Hikûmeta Federal ji bo destûrê bide misyona artêşa Elmanya Federal li Sûriyê li dijî çeteyên DAIŞ´ê daxwaza xwe pêşkêşî Parlemana Federal kiribû. Parlemanê doh di rûniştina xwe de li ser daxwaze bi dengdanê biryara xwe da û daxwaza hikûmetê erê kir.

Bi vî awayî 1200 eskerên Elman tevî balefirên keşfê û kêştiyeke şer wê destekê bide koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ´ê heta dawiya 2016´an.


Partiya çep û Partiya Kesk li dijî biryarê derketin

Li Parlemanê 445 dengên erê û 145 dengên na ji bo daxwazê hatin bikaranîn û 7 dengên bêalî jî hatin dayîn. Partiya Çep weke kom li dijî daxwazê bû û Partiya Kesk jî bi pirranî li dijî bû, partiyên koalîsyonê pêk tînin dengê erê bi kar anîn. Çav li rê ye ku balefirên Elman meha Çile dest bi seferên xwe yên keşfê bikin.


Elmanya baweriyê bi Tirkiyeyê naîne

Li aliyê din kovara navdar a Elman Der Spiegel bi îmzeya Matthias Gebauer nûçeyek weşand ku tê de yê gotin ku Elmanya dixwaze agahiyên ji seferên balefiran ên ji bo keşfê li dijî Tirkiyeyê sansûr bike. Armanca seferên keşfê yên Elmanyayê bi tesîrkirina êrîşên hewayî yên li dijî DAIŞ´ê ne. Lê belê agahiyên ku wê werin bi destxistin wê sasûrkirin û dawerivandî bigihêjin Tirkiyeyê. Bi gotinên wezîra bergiriya ya Elman von der Leyen "hêzên Elman wê daxwaza seferên keşfê yên li ser sînorê başûr ê Tirkiyeyê yên ne elaqedarî DAIŞ´ê red bikin".

Bi her halî tevî vê jî Artêşa Elman di Tornadoyên xwe yên ku wê di misyonê de cih bigirin sîstema bi navê "red card holder" du caran bi cih bike; sedema vê jî ew e ku Tirkiye nikaribe agahiyên tên bi dest xistin di şerê xwe yê li dijî Kurdan de bi kar bîne, li gorî Matthias Gebauer. Ango tevî ku Artêşa Elman wê tevlî keşfên herêmên Kurdan nebe jî, heke bi şaşî resm û agahiyên derbarê hêz û çeperê Kurdan werin bi dest xistin, ev agahî wê bi "red card (karta sor)" werin neqandin û sansûr kirin. Bi vî rengî Tirkiye wê nikaribe ji van agahiyan sûdê wergire. 


 NAVENDA NÛÇEYAN