BASIL REŞÎD/EHMED MIHEMED / ANHA/QAMIŞLO
Manuel û Fabian Gerrard birayên hev in. Bi tevna medyaya civakî çeteyên DAIŞ`ê nas kirin, paşê tev li nava komên çetayan bûn. Her du bira bi rêya balafirgeh û sînorên Tirkiyê di Cotmeha 2014`an de derbasî xaka Sûriyê bûn. Bavê Manuel û Fabian, Eric Gerrard li ser kurên xwe axivî
Manuel û Fabian Gerrard ji Elmanyayê derbasî Tirkiyê bûn û ji Dîlokê berê xwe dan Sûriyê, heta derbasî Sûriyê bûn bi 3 mehan jî peywendiyên wan bi malbatê re hebûn. Li Sûrî beşdarî nava çeteyên DAIŞ`ê bûn.
Çarenûsa her du birayan li Sûriyê ne diyar bû, heta çeteyan di sala derbasbûyî de ji malbatê re gotin, her du bira û 20 çeteyên din QSD`ê ew li derdora bajarokê Hecînê girtine û birine girtîgehên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Bavê her du çeteyan Eric Gerrard weha got: “Ji destpêkê ve hikûmeta Elmanyayê dizane ku her du kurên min tev li nava DAIŞ`ê bûn, ji Elmanyayê derbasî Tirkiyê bûn û ji wir jî derbasî Sûriyê bûn. Elmanya rê ji wan re hêsan kir ku derbasî Tirkiyê bibin, li Tirkiyê jî rê ji wan re vekirin ku derbasî Sûriyê bibin û tev li nava çeteyên terorîst bibin.”
Gerrard dibêje, bi sedema Elmanyayê rê li kurên wî vekiriye, giliyê Elmanyayê kiriye.
Li aliyê din, hikûmeta Elmanyayê nahêle welatiyên wê yên tev li nava komên DAIŞ`ê bûne û di girtîgehên Bakurê Sûriyê de, vegerin welat, ji ber îdia dike ku Rêveberiya Xweser ne rewa ye û nikare têkiliyan bi rêveberiyê re deyne.
Gerrard di dawiya axaftina xwe de bang li hikûmeta Elmanyayê kir ku bi berpirsyariya xwe rabe.