Ji ber ku di pîrozbahiya 1’ê Gulanê ya bajarê Elmanyayê Freiburgê ala PKK’ê hat hilgirtin, wê bi zorê testa DNA‘yê ya aktîvîstekî çepgir ê Elman were kirin. Li bajarê Freiburgê sendîkayan roja 1’ê Gulanê xwepêşandaneke girseyî kiribû û komek ji çepgirên Elman ji bo destekê bidin Tevgera Azadiyê ya Kurd, alayên PKK, YPG û PYD’ê nîşan dabûn. Lê belê polîsan êrişî komê kiribû. Aktîvîstekî komê alayeke mezin a PKK’ê bi avahiyekê ve kiribû û bi hinceta vê yekê aktîvîstek ji bo demekê hatibû destgîrkirin. Dozgeriyê biryar da ku testa DNA ya aktîvîst bê kirin. Li Elmanyayê cara yekê ye ku di dozeke siyasî de testa DNA tê kirin. Lewma biryara dozgeriyê rê li ber nerazîbûnan vekir. Tê gotin, aktîvîstê çepgir wê 18’ê Gulanê biçe cem polîsan û testa DNA bike. Berdevka Freiburg Rote Hilfe, Anna Fuhrmann diyar kir ku biryara dozgeriyê ji bo têkbirin û krîmînalîzekirina komên çep ên Elman e û got, “Cihê şermê ye ku mîna zextên rejîma Erdogan ên li Kurdan dike, li Elmanyayê jî tên kirin.” Êrişa li dijî mafê welatîbûnê Fuhrmann destnîşan kir ku kirina testa DNA di lêpirsîna siyasî de, êrişeke li dijî parastina agahiyên jiyana taybet a şexs û wiha dewam kir: “Tevî ku sûcekî krîmînal nîne jî, balkêş e ku hevalekî me tenê ji ber nîşandana alaya PKK’ê li pêkanîneke wiha rast tê. Di lêpirsînên siyasî de qeydkirina agahiyên şexsî binpêkirina mafê welatîbûnê ye.” Anna Fuhrmann bang li her kesî kir ku roja 18’ê Gulanê saet 13:00´an li ber qereqola “Polizeirevier Sued” bicivin û bi xwepêşandanekê nerazîbûnê nîşanî vê yekê bidin. n