
Dilê Kurdan ji bo Rojava lêdide
Daxuyaniya KCK'ê ya der barê mijarê de wiha ye: "Îro li her çar parçeyan dilê Kurdan li Rojava lê dide. Gelê me heyecake mezin ji Şoreşa Rojava digire. Berxwedana leheng a gelê Rojava, azadbûn û rêveberiya xwe bi xwe ya Rojava, têkoşîna jiyana demokratîk û azad a gelê me li çar parçeyan xurt dike. Lê belê gelê me yê li her çar parçeyan, ji ber ku di mijara Rojava de yekitî derneketiye holê û nêzîkatiyên şoreşê qels bikin tên nîşandan, bi fikar e. Di mijara Rojava de tinebûna yekitiyê û nîşandana nêzîkatiyên cuda ne tenê Şoreşa Rojava qels dike; di mijara yekitiya neteweyî de jî rê li ber neyiniyan vedike."
Zindîkirina desteya bilind
KCK di daxuyaniya xwe de balê dikşîne ser civînîn bêne lidarxistin û wiha dibêje: Di encama têkilî û hevdîtinên navbera PKK û PDK'ê de herdu meclîsên li Rojava li hev hatin civandin, lewma ji nû ve zindîkirina Desteya Bilind gaveke girîng e. Ji ber ku der barê şoreşa mezin a li Rojava û bikaranîna firsenda dîrokî ya derketiye holê de, her hêzên welatparêz xwedî berpirsyariyê ne. Lewma di çarçoveya lihevkirina PKK û PDK'ê de eger hemû hêzên demokratîk û welatparêz ên li Rojava bên gel hev, polîtîka û helwestên hevpar nîşan bidin, dê ev yek ji bo Şoreşa Rojava encamên girîng derxîne holê. Ti kêmasî ne hincete ku li Rojava nêzîkatiyeke cihê were nîşandan. Divê hemû komên siyasî bên cem hev, nîqaş bikin, Desteya Bilind ji nû ve zindî bikin û hêviyên beriya niha ji gelê Kurdistanê re hatibû dayîn, ji nû ve xurt bikin. Di vê mijarê de pêwîste hemû hêz dilnizm û rasteqîn bin.
Helwesta maqûl yekîtî ye
KCK bibîrdixe ku di mijara kombûna li Hewlêrê de berpirsyariyeke dîrokî û vîneke bingehîn hatiye nîşandan û wiha dibêje: ´Her çend derheqê şoreşa Rojava de di mehên bihurî de helwestên cuda, kêmasî, zehmetî derketin holê jî, di çarçoveya berjewendiyên gelê Rojava û gelê me yê li hemû parçeyan nêzîkatiyek hatiye nîşandan. Bi biryardarî û nêzîkatiyeke rast re hewl hatiye dayîn ya bi kêrî berjewendiyên gelê me were, bê kirin. Ji ber vê yekê, hêzên siyasî yên Rojavayî yên li Hewlêrê bên cem hev, divê wateyê bidin vê lihevkirina navbera PKK û PDK'ê ya di asta herî bilind de hatiye kirin û xwe bigihêjînin biryarên ku Şoreşa Rojava xurt dike û li pêşberî cîhanê yekitiya xwe ava dikin. Ji xwe civîna yekemîn a Hewlêrê ya sala 2012'an jî di çarçoveya lihevkirineke bi vî rengî de pêk hatibû.´
Berpirsiyariya divê Başûr nîşan bide
Di daxuyaniyê de tê gotin ku KCK, di lidarketina yekemîn civîna Hewlêrê ya sala 2012'an û di mijara avakirina Desteya Bilind de hemû berpirsyariyên ketine ser milê xwe bicih aniye û ji bo pêşketinên erênî bi her awayî rola xwe bi cîh aniye. Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha tê gotin:´Nêrîna me ya Desteya Bilind rast dibîne û divê kar bike, heta roja îro neguheriye. Lewma ji bo civîna li Hewlêrê û ji nû ve zindîkirina Desteya Bilind çi berpirsyarî bikeve ser milê me dê bicih werin anîn. Rêveberiya Başûrê Kurdistanê jî wê xwedî civîna yekemîn a Hewlêrê û encamên derkeve, ji kombûna hêzên siyasî yên Rojavayî re mêvandariyê bike û hewl bide ji hevdîtinan encamê derxîne. Bêguman dê encamên erênî û neyînî yên civîna yekemîn û avabûna Desteya Bilind werin nirxandin û ji bo yekitiyeke demokratîk û neteweyî ya serketî ji bo Rojava, dê derkeve holê.´
Ji bo Cenevre helwesta hevpar
KCk´ê di daxuyaniya xwe girîngiyek zêde dide konferansa Cenevreyê û di vê mijarê de ev xalana destnîşandike: ´Eger bi vê civînê re nêzîkatiyeke hevpar li hemberî dewlet û hêzên mûxalîf bê nîşandan, di mijara Cenevre de helwesteke hevpar were destnîşankirin û rêveberiya hevpar a demî li ser vê bingehê bê xurtkirin, dê ev yek di çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Sûriyeyê de rola bingehîn bileyze. Di serî de hêzên siyasî yên li Rojava em bang li hemû hêzên siyasî yên Kurdistanî dikin ku di vê dema dîrokî de bi berpirsyarî tevbigerin. Em ji hevdîtina li Hewlêrê re serketinê dixwazin û em li pişt Şoreşa li Rojava ne."
ANF/BEHDÎNAN