Divê nebe zemînê tevkujiyan
Abdullah, da zanîn ku mudexele bandurê li ser jiyana civakê dike û wiha got: "Hemû hewildan û mudexeleyên siyaseta Rejîma Baas, Rojava û Bakur alikariya ji bo çeteyan bandorek xirap li ser jiyana gelan û civakê kirin. Niha mudexeleyek li ser suryê tê kirin. Eger mudexele Rejîmê hedef digire, divê mudexele rê li ber qetlîaman veneke û civakê bi bandor neke. Divê kesên mudexele dikin baldar bin. Lê ger mudexele li ser herêma Rojava çêbibe wê helwesta me zelal be. Lê mudexele li hember rejîmê be em ne li dijî wêne. Ew hêzên ku hesabên xwe dikin bila bizanibin bêyî gelê Kurd pirsgirêk çareser nabe. Hewildanên hinek hêzan ku hene ne demokratîk in, dijberî demokrasiyê ne."
Abdullah, diyar kir ku eger tirkiye dixwaze li Rojhilata Navîn bibe xwedî hêzek bi bandor divê helwesta xwe biguhere û alikariya ku dide çeteyan bide sekinandin. Eger divê statoyê de gelê kured nebe çareseri nabe.
Abdullah, bal kişand ser hevqebûlkirina gelan û wiha berdewamî da axaftina xwe. "Gelê Kurd wekî hêzek li Rojavayê Kurdistanê xwedî projeya çareseriya hemû gelên herêmê ye. Hinek hêz hene dibêjin Kurd dixwazin dewletê ava bikin, şer derxin ev ne rast e. Ev helwest dihêle ku hemû hêz êrîşî gelê Kurd bikin. Eger di nava gelan de hevqebûlkirin û hatina gel hev çênebe wê pirsgirêk çawe were çareserkirin. Em ji hemû kesî re dibêjîn ev rêveberiya ku li Rojava ne li hemberî gelê suryê û cudabûna suryeyê ye, ev ji bo çareserkirina pirsgirêkên gel, gel anîna gel hev, pêşî lêgirtina koçberiyê û pêşîlêgirtina şer e. Em ê ji bo vê têkoşîna xwe berdewam bikîn."
Pirsên rojnamevanan bersivandin
Abdullah, "YPG parastina hemû herêman dike ne tenê parastina herêmên Kurdan dike. Em amadene bi hemû aliyan re hevdîtinan pêk bînîn, emê li hember ne qebulkirina mafê Kurdan û hebûna gelê Kurd têkoşîna xwe berdewam bikîn. Em bi tu hêzan re li hember hêzek din hevdîtinan pêk nayînîn"
Abdullah, diyar kir ku hevdîtinên li stenbolê yên ji aliyê Encumeniya Nîştimana gelê Sureyê ve pêk anîn nirxandine û wiha got: "Divê peymanên ku werin çêkirin bi Desteya Bilind re werin çêkirin. Em alîgirê civîna Cenevreyê ne. Divê hemû kes û gelê Kurd jî beşdar bibe."
Abdullah, li ser Kongereya ku wê di 15’ê Îlonê de li herêma Federal a Kurdistanê bihata çêkirin ku paşde hatiye dayin, nêrînên xwe anîn ziman û wiha got: " komiteya amadekariyan ya kongereyê heye, divê ev pirs ji wan were kirin, dibêjin kongre ji ber hinek pirsgirêkên teknîkî paşde hatiye avêtin yan pirsgirêkek din heye nizanim. Nikarin tiştekê bêjim. Lê konger çiqas zu were çêkirin wê ew qas başbe ji bo gelê Kurd."
DÎHA/AMED