Ciwanan berxwedana li Rojava û Bakurê Kurdistanê silav kir û bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û gotin, “Heta ku Rêberê gelekî dîl girtî be, ew gel bi ti awayî azad nabe.”

Festîvala Ciwanan a Hasan (Mazlûm) Kiziler ji aliyê Ciwanên Azad ên Swîsreyê ve her sal bi rêk û pêk tê organîzekirin û îsal cara 9. pêk hat. Ji herêmên cuda yên Swîsreyê bi sedan ciwan tevlî festîvala li navenda sporê ya Rankhof a li bajarê Baselê bûn. Meydana festîvalê bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên gerîlayên di têkoşîna şoreşê de jiyana xwe ji dest dayî, alên PKK, KCK, YPG û YPJ’ê hat xemilandin û dirûşmên berxwedanê hatin gotin.

Tevî Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar, nûnerên gelek saziyan jî cihê xwe li festîvalê girtin. Di çarçoveya festîvalê de, tevahiya tûrnûvayên futbol û voleybolê hatin lidarxistin.


Divê Ocalan azad be

Ciwanan di festîvalê de berxwedana li Bakur û Rojavayê Kurdistanê silav kir û bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. 


Berxwedana gelê me me diafirîne

Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar li vir axivî û got, li hemberî her şêwe zext û şîdetê, gelê Kurd bi serbilindî li ser piyan e û berxwedana gelê Kurd a ji Kobanê destpê kirî, roj bi roj mezin dibe. 

Li ser rakirina mafê destnedana parlamenterên HDP’ê Sancar got, “Yên ku hewl didin çavên me bitirsînin, bila li dîroka me ya berxwedanê binihêrin. Ew bi mal û milkan xwe dafirînin, lê ya ku me diafirîne berxwedana gelê me ye. Ti ji me wê neçe dadgehan û em ê serî li ber plana darbeyê ya Erdogan netewînin.”


Demirtaş: Em ê bi ciwanî bi ser kevin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş jî bi rêya telefonê ji beşdarên festîvalê re axivî û bal kişand ser girîngiya ciwanan. Demîrtaş destnîşan kir, ku divê berxwedan li her warî hebe û got, “Me bi ciwanî destpê kir, em ê bi ciwanî bi ser kevin.”

Li dû axaftinan, ciwanan li ber stranên Serhado û gelek komên muzîkê govend gerand. Tûrnûvayên futbol û voleybolê jî bi baldarî hatin şopandin. 


 ANF / BASEL