
Xelkê li Bismilê got, ew ê di referandûmê de bibêjin 'NA' û wan bang li gelan kir da ku bi dengê 'NA' bicivin û di 16'ê Nîsanê de dengê xwe bidin.
BÛRHAN ZUMRUT: Ji bo careke din komkujî li gelan neyê kirin, ji bo pêvajoya danûstandinê ji nû ve zindî bibe û pêşî li vê rêveçûna neyînî were girtin, em dibêjin 'NA'. Em li bendê ne ku gelê me di vî warî de hê bi berpirsyarî rabe û ji bo mexdûriyetên nû rû nedin û mirov nemirin, dengê 'NA' bide.
YASEMÎN ŞEYHMÛSOGLÛ: Li dijî neheqiyên li gelê Kurd hatine kirin, ji bo azadiya gelê Kurd û zimanê Kurdî, li dijî dek û dolabên bi salan li ser gelê Kurd hatine gerandin, ji bo Kurd êdî hişyar bibin û hesab bipirsin em dibêjin 'NA'. Ji bo planên desthilatdariya AKP'ê yên li dijî gelê Kurd têk bibin, em ê di 16'ê Nîsanê de biçin ser sindoqan û dengê 'NA' bidin. Ez bi taybetî bang li dayik û jinên Kurd dikim. Eger jin bixwazin wê her tiştî bi ser bixînin. Bi dayina dengê 'NA' re em xwedî li vê têkoşînê û siberoja xwe derkevin.
AYDIN KORTAK: Ji bo komkujiyên li Cizîr, Sûr û Nisêbînê careke din rû nedin, ji bo rijandina xwînê bisekine, em dibêjin 'NA'. Ji ber ku parlamenterên me girtin û dest danîn ser vîna me, em dibêjin 'NA'. Ji bo aştî, aramî û daxwazên gelê xwe em dibêjin 'NA'.
EKREM ÇÎÇEK: Ji bo serdestiya demokrasî û aştiyê divê dengê 'NA' bi ser keve. Gelê me wê di 16'ê Nîsanê de bi dengê xwe yê 'NA' nerazîbûna xwe nîşan bide. Di dema dawî de gotina 'boykotê' hatiye belavkirin. Lazim e kes bi van gotinan nexape û her kes biçe ser sindoqan. Divê gelê me xwedî li dengê xwe derkeve. Dengekî bi tenê jî girîng e. NA, NA, NA!
HAMDIYE OZDAŞ: Ez bang li dayikên Kurd û Tirk dikim ku bi dengê 'NA' li hev bicivin. Bes e ji vê zilmê re. Zarokên me hatin kuştin, hatin girtin. Malên me hatin talankirin. Aştî, aramî nema. Dibêjin boykotê bikin. Çima em boykot bikin? 16'ê Nîsanê roja hesabpirsînê ye. Em ê wê rojê biçin ser sindoqan û bêjin 'NA'.
MELEK YUKSEL / ANF / AMED