Jinên Êzîdî ku ji destê DAIŞ´ê rizgar bûne, der barê fîlm de axivîn û gotin: “Berovajî fîlmê, dema em hatin rizgarkirin hemû kesên Êzidî em bi şekir û gulan pêşwazî kirin.”

Piştî fermana Şengalê cara yekemîn filmek sînemayê li ser xelkê Êzîdî ji aliyê derhêner Hisên Hesenê Dihokî ve hate çêkirin. Lê fîlm li gel xwe niqaş û nerazîbûnên nû jî anîn.

Hisên Hesen di vê filmê de dide nîşandan ku piştî keçên Êzîdî ji destê DAIŞ’ê rizgar dibin, civaka Êzîdî keçên xwe heram dibînin û wan keçan dikujin, ji wan re dibêjin hûn xirabûne, hûn nikarin di nav me de bijîn.

Jinên Êzidî yên ku ji destê DAIŞ’ê rizgar bûne, li ser vê yekê peyivîn û diyar kirin ku ew bi şekir û gulan hatine pêşwazîkirin. 


Qedir û qiymeta me nehat xwar

Xêriya Silo ku piştî 8 mehan ji destê DAIŞ’ê rizgar bûyî da zanîn ku piştî ketin destê DAIŞ’ê di nav civaka Êzîdî de qedir û qîmeta wan nehatine xwar û got: “Hemû kes hîn zêdetir ji min hez dike. Heya niha jî yek gotina şaş, yan jî bê rêzî li hemberî min ne kirine, ne hevjînê min û kesek û ne jî yek ji civaka me ya Êzîdî. Berovajî wê, dema em hatin rizgarkirin hemû kesên Êzîdî em bi şekir û gulan pêşwazî kirin.”


Tiştên di fîlmê de neqewimîne

Xêriya ji bo nêzikatiya fîlmê li gel jinên Êzîdî wiha bi lev kir: “Tiştên ku ev film dide diyar kirin neqewimiye û heta niha me ti tiştek bi vî rengî ne dîtiye û ne bihîstiye. Ev mirovên wisan li dijî Êzîdiya kar dikin û dixwazin Êzîdî li dijî hevdû derkevin.”


Ji rastiyê dûr e

Jina Êzidî ya bi navê Leyla Elî ku bi xwe 15 rojan di dema fermanê de di destê DAIŞ’ê de mabû, dema vegeriya malê û malbatê çawan nêzî wê bûye, wiha vegot: “Dema em ji destê çeteyan rizgar bûn, hemû gelê me yê Êzîdî bi kêfxweşî hatin em pêşwazî kirin. Ez jî û hemû jin û keçên di destê DAIŞ’ê de rizgar bûne, hemû niha gel malbat û zarokên xwe dijîn. Ev tiştên di fîlma Reşeba de hatiye kişandin ji rastiyê dûr e.”


Armanc çi ye?

Leyla Elî diyar kir ku wan heya niha yek jin û keç nekuştine û wiha peyivî: “Herî dawî jî jinbira min hatiye li gel zarokên xwe ye û ev gotinê ser me ne rast in. Armanca vê fîlmê ew e ku fermana ser me rabûye wekî jenosîd neyê qebûl kirin û kesek piştgiriya hêza ma YBŞ/YJŞ’ê neke. Ji bo ku Êzîdiyan li ber çavê cîhanê reş bikin.”

 

Hîn zêdetir ji me hezkirin

Jina bi nave Xewla Elî jî 15 rojan dîl dikeve destê çeteyên DAIŞ’ê û der barê mijarê de û got: “Dema ez hatim malê malbata min ji kêfan nedizanîn çi bikin û ji kêfa difiriyan. Em bi gul û şekiran pêşwazî kirin. Heya berovajî tiştên di filmê de kesên berê ji me aciz jî bûn hatin gel me axivîn. Cîranên me hîn zêdetir ji me hezkirin. Ji berê zêdetir ez gel civaka Êzidî şirintîr û delaltir bûm. Ev tiştên di filma Reşeba de ser me hatiye çêkirin ne rast in.”


Nîşandana fîlmê  sekinandin

Çêkerê fîlma ‘Reşeba’ Mehmet Aktaş di civîneke rojnamevaniyê de ragihand, ku wan ji ber gazincên Êzîdiyan û hurmeta Civana Rûhaniyên Êzîdî nîşandana fîlmê dane sekinandin. Aktaş got, ew ê cardin bi mezinên Êzîdî re li ser naveroka fîlmê gotûbêj bikin.



Reşeba behsa çi dikir?

Di fîlmê de bavê xortekî, ji kurê xwe re keçekê dixwaze. Keça Êzîdî di dema fermanê de dikeve destê çeteyên DAIŞ’ê. Piştî keça ciwan ji destê çeteyan rizgar dibe, bavê xort ji bavê keçikê re dibêje ku keça we heram bûye, pêwîst e hûn namûsa xwe paqij bikin.

Di beşeke din a fîlmê de dîmenekî wiha heye: “Li qehvexaneyê çend zilam daxivin û dibêjin; Ev keça ji destê çeteyan derketî heram bûye, ji ber ku DAIŞ’ê tecawûzî wê kiriye.”

Di dawiya fîlmê de bavê keçikê, keça xwe dibe cihekî, çek di destê wî de ye û dixwaze keça xwe bikuje. 

Di dema nîşandana fîlmê de Êzîdiyên li salonê amade, rabûn ser piyan û nehiştin fîlm bi dawî bibe.


RIZGAR DENÎZ / SADIQ XELÎL / ROJNEWS / ŞENGAL