Di peyamê de bi berdewamî hate gotin, gotina, “Ez heq ji derew û hîleyên we dernetim,ev ji min re bû derd û kul. Lê li ber we min jî çokên xwe neşikandin, bila ev jî ji we re bibe derd û kul” bandoreke mezin li berxwedan Kurdan û Elewiyan kiriye.
 


‘Divê berxwedan domdar be’

Di peyamê de hate gotin, berxwedana Elewiyan, bi sedema girêdayîbûna wan a bi Seyîd Riza, wê domdar be û wiha hate gotin:

“Li gel ku ev 79 sal derbas bûne jî înkara zaliman û komkujiya wan berdewam dike. Bi hezaran însan hatin kuştin, ji ax û warê wan hatin kirin. Hemû çiyayên pîroz ên Dêrsimê, ziyaretgehên wan, ocaxê wan, cemxaneyên wan, pîr, daxwazkar, murşîdên rêya wan, dê, keç li zilma Emewiyên zalim û Miawiyan rast hatin. Îro jî şopdarê Miewiye û Nermûd , zalimtî û zilma Erdogan li Mezopotamyayê, li Enedoliyê didome.

Zilm ji kîjan zalimî tê bila were, bi berxwedana Seyit Riza yê zaneya pîroz, rîspî wê berdewam bike û ji vê pê ve ti rê nîn in.” 


 FRANKFURT