Em dixwazin bi vê çalakiyê peyam bidin vê bêsincê ye. Em bang li CPT dikin ku heyetekê bişînin Îmraliyê.” Parêzer Cengîz Çîke anî ziman ku piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê heta niha bi tu awayî ji ewlehî û tenduristiya Ocalan nikarin agahî bigirin ji ber vê yekê jî gelek bi fikar in. Çîçek bilêv kir ku wekî parêzer ji ber vê yekê ketine grevê. Çîçek wiha axivî: “ Em dixwazin peyama ku Tirkiye di nava deryaya bêexlaqiyê de ye bidin. Desturnedayîna hevdîtina bi Ocalan re rêbazekî şerê taybet e. Em wekî parêzer li dijî vê nehiqûqê mafê xwe yê berxwedanê bi kar tînin.” Çîçek têkîldarî daxuyaniya Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag a “Der barê şertên Abdullah Ocalan ên tenduristî û ewlehiyê de pirsgirêk tuneye” de axivî û da zanîn ku ev daxuyanî ji bo wan bêwate ye û got: “Bi vê daxuyaniyê dixwaze raya giştî bixapîne. Lê me naxapin. Çîçek bilêv kir ku Bozdag ji ber ku ji vi çalakiyê ditirse ji bo ku çalakiyê asteng bike daxuyanî daye, êdî di asta ku hiqûq ji holê rabûye tê jiyankirin.
Parêzerk din a Ocalan Ebru Gunay a ku di çalakiyê de ye çalakiya greva birçîbûnê ya di sala 2012’an de li zîndanan destpê kir bibîr xist û got ku li ser daxwaza Ocalan di roja 68’emîn de bi dawî bû. Gunay da zanîn ku ew jî wê demê di girtîgehê de bûye û got ku ev çalakiya greva birçîbûnê wek biryara çalakiya ya girtîgehan hat destpêkirin. Gunay destnîşan kir ku bi vê tecrîta girankirî ya li ser Ocalan dixwazin ramanên wî bên astengkirin û wiha got: “Îfadeya tecrîdê jî ev e.”