Fîgurê herî girîng jî, Nelson Mandelayê Tirkiyeyê, Abdullah Ocalan e, û ew jî ketiye ber tecrîda mutleq. Li hepsên Tirkiyeyê bi beşdariyeke berfireh berxwedana grevên birçîbûnê doza bidawîkirina vê tecrîdê dike. Tevahiya dilê min li cem van mirovên wêrek e!

DERWÎŞ ÇÎMEN / BERLÎN

Di navê de fikirkerê navdar Slavoj Žižek, zimanzana civakî Tove Skutnabb-Kangas jî gelek kes li ser grevên birçîbûnê ji rojnameya me re peyivîn. Žîžek got, “Ez destekê didim Leyla Guven û li seranserê dinyayê bi hezaran kesên ku dixwazin tecrîdkirina Abdullah Ocalan bi dawî bibe û ew azad bibe.”

Greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD´ê Leyla Guven di roja xwe ya 140´î de ye. Grevên bi pêşengiya wê di serî de li hepsan, li Kurdstan, Tirkiye û seranserê dinyayê bi beşdariya bi hezaran kesî dewam dike bi armanca bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Akademîsyen û rewşenbîrên navdar li ser tecrîdkirina Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê ji me re peyivîn. Rewşenbîran destek da Leyla Guvenê û xwest ku tavilê dawî li tecrîdkirina Ocalan bê anîn.

Ez piştgirê Leyla Guvenê me

ŽZizek: Îro roj, ne mumkin e ku em behsa hebûna demokrasiyê ya li Tirkiyeyê bikin. Mirov tenê dikare rejîmê weke xedar û zordar terîf bike. Li Tirkiyeyê ji bo yên ku aştî, wekhevî û azadiyê dixwazin jî ji bilî diyaloga bi Kurdan re ti alternatîfa din nîne. Pêşîgirtina li diyalogeke bi vî rengî jî tenê wê bêhtir texrîbat û êşê bi xwe re bîne. Ji ber vê yekê, ez destekê didim Leyla Guven û li seranserê dinyayê bi hezaran kesên ku dixwazin tecrîdkirina Abdullah Ocalan bi dawî bibe û ew azad bibe. Bidawîkirina tecrîdkirina birêz Ocalan û destpêka diyalogeke nû ya ji bo aştiyê, wê bi giştî demokrasiyê bîne Tirkiyeyê.

Slavoj ŽZizek, fîlozofê Sloven. Profesor e li Zanîngeha Lubjiana, li Înstîtuyên Sosyolojî û Felsefeyê; ew rêveberê navneteweyî yê Înstîtuya Birkbeck a Fakulteya Zanistên Insanî ya Zanîngeha Londonê ye jî.

Tecrîd divê tavilê bi dawî bibe

Derhêner Ott: Bi Ingilîzî “Comrade”, bi Elmanî “Genosse” ye ew peyva bi Kurdî “heval”. Maneya wê pirr sade ye: Heval, hogir. rizgarî û xilasiya vê dinyayê jî bi tenê heger li ser esasê hevaltiyê ji nû ve bê avakirin, wê mumkin be. Divê em bipeyivin. Divê em muzakereyan bikin. Tecrîdkirina mutleq a Ocalan û a tevahiya girtiyên siyasî divê tavilê bê bi dawîkirin.

Prof. Peter Ott, derhêner e li bajarê Elmanyayê Hamburgê dimîne.

Em di hêrs û têkoşîna we digihijin

Ibáñez: Weke Katalanan, em ji berê bêhtir berê hêrs û têkoşîna we ya li dijî bêedaletiyê fêm dikin. Her roj, em ji nû ve şahidiyê li wê yekê dikin ka çawa qanûn li dijî mafên mirovan tên bikaranîn û bêedaletî hêza nû ya desthilatdariyê ye. Em jî mîna we, li pey dîwarên wan hepsên wan ên kelevajî hewl didin siyasetê bikin. Bedenên xwe em jî bi kar tînin ji bo ku doza azadiya xwe bikin. Da ku li kolanan mirovan bi rêxistin bikin ji bo siberojeke rêzgir û aram a ku têde mirov bi navê mirovahiyê wê bên birêevebirin.

Joaquim Arrufat Ibáñez, kevne endamê Parlamena Herêma Katalanyayê; ew zanyarê siyasî ye û li Barselonayê dimîne.

Ocalan bila bê serbetkirin

Meret: Ez destekê didim wan kesên di grevên birçîbûnê de û biryardariya wan a ku pê dixwazin dawiyê li krîza li Tirkiyeyê û wletaên cîranê wê bînin bi çareseriyeke mayînde û aştiyane. Birêz Ocalanî serbest bikin.

Susi Meret, akademîsyen e li Zanîngeha Aalborg li Danîmarkayê.

Dilê min bi van wêrekan re ye

Skutnabb-Kangas: Siyasetvanên Tirk wê kengî dest pê bikin ku maqûl bin? Wî kesê ku pêşniyazên wî yên çareseriyê hene, serbest bikin!

Ev bi dehan sal in ku ez bi hevpîşeyên xwe yên ji Kurd re xebatan dikim. Ez gelek caran çûm Kurdistana Iraqê û nexasim ya Tirkiyeyê. Ez gelek caran ji hevpeyvîneke bi Wezîrê Perwerdeyê yê Iraqê yê wê demê Abdul-Aziz Taib a 15´ê Adara 2006’an hin gotinan werdigirim. Wî hingê gotibû, “Her zaroka li dinyayê xwedî mafê perwerdeya bi zimanê dayikê ye.” Pirr maqûl e. li her derî mirov dibêjin, “Belê, belê, helbet!”

(Lê) Destûra Tirkiyeyê mafên mirovan ên sereke yên KUrdan nas nake û di nava van de mafê zimanê dayikê û nexasim jî perwerdeya bi zimanê dayikê jî hene.

Lê (Tirk) di heman demê de aborînasên xirab in jî. Di vî şerî hov ê qirrkirinê yê li dijî Kurdan de, çavkaniyên ku ji şerî re veqetandine vê nîşan dide. Ji ber kirrîna sîlehan a di navbera 2002-2007´an de (10 milyar dolar) mesrefên perwerde û tenduristiyê bi awayekî cidî hatine sînordarkirin. Ji hingê ve ev mesref bi qatan zêde bûye. Sala 2018´an mesrefên ji bo sîlehan 18 milyar dolar in.

Ev rewş ne li xêra Kurdan yan jî Tirkên ji rêzê û bi giştî ne li xêra Tirkiyeyê ye.

Tevî ku bi dehhezaran hatine êsîrkirin, êşkence li wan hatiye kirin, hatine kuştin, li beranberî vê jî berxwedana wêrek a Kurdan mezin dibe û lêgerînên çareseriya aştiyane ya demokratîk jîn dewam dikin.

Fîgurê herî girîng jî, Nelson Mandelayê Tirkiyeyê, Abdullah Ocalan e, û ew jî ketiye ber tecrîda mutleq. Li hepsên Tirkiyeyê bi beşdariyeke berfireh berxwedana grevên birçîbûnê doza bidawîkirina vê tecrîdê dike. Tevahiya dilê min li cem van mirovên wêrek e!

Dinya mayî çi dike? Ti tiştî nake, tenê sîlehan difiroşe artêşa Tirkiyeyê.

Dr. Tove Skutnabb-Kangas, zimanzana civakî ya navdar e ku bi salan ji bo edaleta ziman, mafê perwerdeya bi zimanê dayikê yê Kurdan û gelek gelan têkoşiyaye.