Li bakur û rojhilatê Sûriyê eşîrên Ereb teqez kir ku ew ê li dijî êrişên dewleta Tirk li cem QSD û Meclisa Eskerî ya Minbicê cihê xwe bigirin. Şêxê êla Ereban a El-Bû Essaf jî got, çawa ku wan şerê DAIŞ´ê kir ew ê şerê Erdogan jî bikin.
Eşîreyên Minbicê piştgiriya xwe bi rêveberî û meclisa eskerî re dûbare kir. Li aliyê din şêxê êla El-Bû Essaf, Ubeyd Xelîl El-Hesan piştgiriya xwe ya bi QSD’ê re teqez kir.
Elaqedarî bûyerên siyasî yên li herêmê, Rêveberiya Sivîl û Meclisa Eskerî ya Minbicê civîna eşîran li dar xist.
Bi dehan şêx û rûspiyên herêmê, endamên saziyên sivîl ên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê, fermandarên Meclisa Eskerî ya Minbicê, endamên buroya Rêveber a Partiya Paşerojê ya Sûriyê Cahid Hesen, Hevserokê Komîteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Farûq El-Maşî beşdarî civînê bûn.
Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê, Mihemed Xêr Şêxo bixêrhatina beşdaran kir û girîngiya eşîran di xebatên rêveberiyê de diyar kir.
Eşîr bi Meclîsa Eskerî re ne
Cahid Hesen di axaftina xwe de got, Rûsya ji bo rêjîmê hêza siyasî ye û Îran jî desteka eskerî û aborî dide wê. Hesen di dawiya axaftina xwe de got, bidawîbûna DAIŞ‘ê nayê wateya bi dawîbûna aloziyê û destnîşan kir ku çareseriya siyasî bi beşdarbûna hemû pêkhateyên Sûriyeyê pêkan e.
Hevserokê Komîteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Farûq El-Maşî jî axivî û rola eşîreyan li hemberî êrişan anî ziman. El-Maşî got hevgirtin û piştgiriya gel bi rêveberiyê re hêzek e ku nayê şikandin.
Berdevkê Meclisa Eskerî ya Minbicê Şervan Derwîş got, “Heger şerê berê li hemberî terorê bû, lê niha bi nêzîkbûna bidawîbûna DAIŞ‘ê re hevsengiyên wê hatin guhertin û êdî bû şerê li hemberî gelên ku projeya xwe ava dikin. Armanca defên şer têkbirina ewlekariya herêmê ye.”
Di dawiya civînê de, şêxên eşîran mijarên elaqedarî ewlehiya herêmê nîqaş kir û piştgiriya xwe bi Meclisa Eskerî ya Minbicê re dûbare kir.
Erdogan alîkarê terorê ye
Şêxê êla Ereban a El-Bû Essaf, Ubeyd Xelîl El-Hesan li ser gefên dîktatorê Tirk ê dagirker, Tayyîp Erdogan got, ew dixwaze hevgirtina civakî ya li herêmê biguhere û teqez kir ku li hemberî her êrişa li dijî xaka bakur û rojhilatê Sûriyê, ew ê li rex QSD’ê cih bigirin û re nadin ku Erdogan bikeve xaka wan.
Şêx Ubeyd gotinên xwe wiha domand: “Tê zanîn ku Tirkiye destgirê tekane yê terora li herêmê ye û hemû êlên herêmê jî bi vê rastiyê dizanin. Sînorên Tirkiyeyê ji bo derbasbûna çeteyên terorê hatin vekirin.”
Şêx Ubeyd diyar kir ku wan ji destpêka derketina çeteyan heta niha piştgiriya QSD’ê kiriye, wan gelek şehîd dane û ew nahêlin Erdogan jî derbasî herêmê bibe: “Çawa ku me piştgiriya QSD’ê di şerê li dijî terorê de kir, îro jî em ê li hember êrişên Erdogan bisekinin û nehêlin ku derbasî xaka me bibe.”
MINBIC/GIRÊ SPÎ