Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo pêr cenazeyên 5 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê (Beşar El-Elî (Şihab Hîmo), Merwan Îsa (Merwan), Ebdulkerîm Hisên (Ebdulkerîm), Kîm Hisên (Kîm) û Rojhat Amargî yên ku di 18 -19’ê Tîrmehê de di operesyona rizgarkirina Minbicê de şehîd bûne, oxir kirin. Cenazeyê şervanan ji Mala Gel a taxa Enteriyê hatin wergirtin û bi karwenekî ber bi goristana Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo ve, hatin birin. Li goristanê ji aliyê endamên Hêzên Asayîşê ve, merasîma leşkerî, hat lidarxistin. Li ser navê meclîsa bajarê Tirbesipiyê Karker Çarçêla axivî û da zanîn ku ev têkoşer ji bo gelê xwe roniya azadiyê ne û ev tişt got:” Bi saya fedekariya wan gel li ser erdê xwe bi rûmet dijî.”
QAMIŞLO