Xelk barê ku bi zordestiyê li pişta wan hatiye barkirin êdî nikane rakin, rejîmên ji xelkê xwe re xerîb bûne û tenê bi zilmê li ser pê disekinin jî êdî di warê polîtîk û aborî de xitimîne û nema dimeşin...
Tiştekî din ê balkêş jî him hêzên derve yên Rojavayî him jî aktorên herêmî yên statûkoparêz ji bo berdewamiya desthilatdariya xwe êdî nikanin amûrên nû yên moralî deynin holê û xelkan li pey derewên xwe re kaş bikin… Piştî serhildana Kurdan niha jî bi berxwedana Gezî Parki ya li Tirkiyeyê û bi ‘Bihara Ereban‘ a li Tunus û Misirê bi aşkereyî diyar e ku dînfiroşî jî êdî bi kêr nayê. Nirxên moralî yên serdestan ne zik, ne jî hest û psîkolojiya xelkê têr dikin. Rastiya gelan, derewên serdestan êdî ranake. Azadî, serbilindî , wekhevî û edalet wekî nirxên moralî zêdetir derdikevin pêş…
***
Piştî derbeya leşkerî ya ku li Misirê pêk hat, dengê rêveberên hikûmeta Tirk nizimtir derdikeve. Her roj di nava xwe de civînan pêk tînin. Lê tu daxuyaniyên di derbarê mijarên ku bala xelkê dikişîne de nayê dayîn. Bahsa pêvajoya aştî û çareseriyê jî nayê kirin. Li derve jî li hemberî pêşketinên navdewletî û yên li herêmê hikûmetê bê çare û bê bandor maye. Çapemeniya Tirk jî vê rewşê an ji nedîtî ve tê an jî berovajî dike. Wer xuya ye ku hikûmeta AKP´ê ji her hêlan ve xitimî ye…
***
Li beramberê vê yekê him Kurd him jî Tevgera Kurd di hêlekê de gavên rêxistinî û pratîkî davêjin di hêla din de jî ji bo gav avêtinê bang li hikûmeta Tirk dikin. Tevgera Kurd bi 9. Civata Giştî a Kongra Gel, rêxistiniya xwe li ber çavan re derbas kir, di nava xwe de çendek guhertin çê kir û gelek biryar di derbarê çareserkirina pirsgirêka Kurd a li her çar parçeyên Kurdistanê û li diyasporayê de girt. Di van rojan de bahsa îlankirina xweseriyê ya li Rojava jî tê kirin. Li Ewropayê jî bi kongreya Konfederasyona Komeleyên Kurd a li Ewropayê, xebatên komeleyên Kurdan û yên civaka Kurd a li Ewropayê tevahî di bin sîvana Kongreya Civaka Demokratîk – Ewropa (KCD-Ewropa) ji nû ve têne birêxistinkirin.
AKP ji bo pêşîgirtina daxwazên gel civînan li dar dixe, lê Kurd ji bo biryarên pêşîvekirin û avakirinê dicivin… Dewleta Tirk keştiya xwe ber bi bayê vê dajo, lê Kurd xwe dane ber bayê azadiyê!.. AKP her çiqas serê xwe bi dek û dolaban re mijûl bike jî rewatî û bandora xwe di nava Kurdan de roj bi roj dihele.
Ji ber vê yekê, hikûmeta Tirk di derbarê pirsgirêka Kurd de neçar e tiştên nû bêje û gavên nû bavêje. Bi çîrok û siyaseta pûçbûyî tenê xwe dixapîne. Kurdan berê ji ber siyaseta zilmê rûyê xwe ji dewletê ba da, îro jî ji derewên wî re guhê xwe digirin. Barê xwe hilanîne û ketine riya xwe, dimeşin…
Mîna yek ji şêhîdên 14 Tîrmehê, M.Hayrî Durmuş gotiye; “Em deyndarê xelkê xwe ne!“, îro her Kurdekî ku xwe nas dike jî deyndarê sibêrojeke Kurdewar a azad e!.. Çawa ku şêhîdên 14 Tîrmehê bi slogana “Em bi serketin!“ dest bi çalakiya xwe ya dîrokî kirin, divê li her çar parçeyên welêt û li diyasporayê jî her Kurd bi motîvasyona wan şêhîdên nemir, bi heyecaneke “Em ê bi serkevin!“ xwe tevlî xebatên neteweyî bikin…
‘Em bi serketin!..‘
Li Rojhilata Navîn belkî jî ji sed salan vir ve ev cara yekê ye, ku li gelek welatan bi hev re xelk li ser pê ne. Ev tê wê wateyê ku tiştê xelkan diêşîne heman tişt e. Belkî daxwaziya jiyaneke azad ji her demê bilindtir bûye, lê beramberê vê yekê, piraniya xelkên herêmê ne rêxistinî ne û li hemberî rejîmên zordest ji parastinê bê par in. Eger hêz û enerjiya xelkê bi rêxistinî neyê bikaranîn, wê mîna pêta kayê di demeke kurt de were fetisandin…