
“Ne ku em cîhana îroyîn di xeyalan de ji bîr bikin, ji bo em bi hêza dîmenan wan veguherînin bîr’ekê...” Adorno
Hişmendiya mêtîngerî her tim dixwaze têkiliya gel ya paşeroj û pêşerojê ji hev qut bike! Ji lewre jî di hêla çandî, aborî, civakî û siyasî de hemû nirxên gelên bindest dagir dike û di bin simên xwe yên gemar de dieciqîne û hey dieciqîne. Her mirovê ku bi vê tundiyê re rû bi rû dimîne ji rastiya xwe dûr dikeve û dejenere dibe. Gava ku dejenere dibe jî, êdî yek bi yek kêlên jiyana wî dibişkivin û di destên mêtîngeran de dibe wek pêlîstokê. Heqîqeta xwe winda dike, dibe “pîç” û wisa dimîne. Dûre jî pûç dibe û dirize diçe…Lê li hêlek din jî mirov dikare vê hişmendiya mêtîngeran “pîç” û “pûç” bike. Li berxwe bide, têbikoşe û vê hişmendiya wan ya hovane deşîfre bike. Bi vê helwest û bertekê hişyar bibe li heqîqeta xwe xwedî derkeve û vê pergala xwînmij vala derxe.
Çawa ku em tev dizanin di sedsala 19’emîn de Parzemîna Reşik (Afrîka) ji bo gurên har (komar-dewlet) yên Rojavayî re bûbû ciyê seydê. Rojavayiyên ku wek gurên har êrîşê vê parzemînê kirin ew bertîş kirin û li hev parve kirin. Her ku bêhna xwînê belav bû gurên har yên din jî berjêr bûn û hatin seydê! Nêçîrvan gellek bûn û nêçîr tenê ev parzemîna reşik bû. Xwarin û nexwarin jê têr nebûn ev gurên har. Bi hemû nirxên wan lîstin û li vê parzemînê nexweşiyên xwe belav kirin. Weke ku sîyasetmedarê Kenyayî Jomo Kenyatta jî dibêje, “Gava ku Îngilîz hatin Afrîkayê di destê wan de Încîl, di destên me de jî axa me hebû. Îngilîzan ji me xwestin ku em çavên xwe bigirin û fêrî diayan bibin. Gava ku me çavên xwe vekir; di destên me de Încîl û di destê wan de jî axa me hebû!”
Deşîfre bike lê çawa? Vala derxe li bi çi?
Gurên har bi lîstikên xwe yên qirêj parzemîna reşik xistibûn bin destên xwe û tu rûmet jê re nehiştibû. Piştî şerê Cîhanê yê Parvekirinê bi dawî bû, hindik be jî ev gurên har bi hovîtiya xwe hesiyan û di salên 1960’î de ji ser dile vê parzemînê vekişiyan (ji holê rabûn tuneye ew bi riya çandê bandora xwe dîsa li ser gelên bindest didomînin). Piştî vekişiyan ev car dor dora bindestan bû. Kesên wek Sembene, dixwazin heyfa xwe ji wan hilînin û bi hêza dîmen û dîtbariyê teşkên van gurên har bişikînin! Ji lew re jî berê xwe didin sînemayê. Tenê sînema dikare derdê wan vebêje, tenê sînema dikare bandora kolonyalîzmê derbibire.
Hişmendiya wan bi riya kamerayê deşîfre dikin. Rê û rêbaz, hêz û bendora sînemayê bi xwe ye!
Ousmane Sembene li hember dagirkeran serî netawandibû tu car, ew di kuçe û kolanê Dakarê de li dengbêjên xwe yê bi navê Grîot guhdar dikir û her tim bi zimanê “wolof”î ku zimanê dayika wî bû diaxivî. Sembene, bi vî awayî jehriya dagirkerên xwe ji hundirê dilê xwe diavêt derve! Wek ku Cegerxwîn jî dibêje ew ji serdestên xwe re dibêje, “Şêxê min destê te êdî maçî nakim ez bes e.” Li hember hişmendiya mêtîngerî ji bo gelê xwe ew bûye kamera-bîr’ek. Ji hovîtiya wan re dibêje “Êdî bes e” Sembene destên mêtîngeran maçî nake û BÎRa Afrîkayê ya ku bi lehiya mêtîngeran xitimiye, ji nû ve zelal dike û diherikîne. Herî dawî jî (piştî temenekî dirêj 37) dibe mîmarê sînemaya gelên Afrîkayî. Ew bi hêza sînemayê baş dizanibû ji lewre jî roman û helbestên xwe da aliyekî û xwest bi kamerayê gele xwe yê bindset hişyar bike. Her wiha xwest rûyê dagirkerî û kolonyalîzmê yê kirêt nîşan bide ango rûpûşên li ser rûyên wan daxîne xwar! Di rêçika Sembene de gellek sînemager kamera û hêza kamerayê nas kirin. Sembene ji bo hemû gelên bindest mînaka berxwedanê bû û ew bû awêneya sînemaya gelên bindest. Fîlmên ku ew kişandin hîn jî bandor û tesîra xwe li ser mirovahiyê didomînin.
Lêgerîna heqîqeta xwe
Bi saya hewldan û pêngava Sembene, parzemîna Afrîka ji bo xwe ji estetîk, felsefe, sînema û dîtbariya Rojavayî ya sexte biparêze dikeve nav lêgerînekê. Di dawiya vê lêgerînê de di sala 1969’an de li Cezayîrê Yekîtiya Sînemaya Afrîqa (FEPACI) tê ava kirin. Bi saya vê yekîtiyê xwestine ku sînemaya Afrîkayê biafirînin û pêşve bibin. Her wiha bi avakirina vê rêxistinê dixwazin têkala sînemayê ya Amerîkî û Fransizî bişkê ango biderize! Bi vê şikandinê re jî dixwazin ji hêla aborî, polîtîk û çandê ve Afrîka azad û serbixwe bibe û li nirxên xwe vegere. Ev rêxistin gellek tiştên din jî ji xwe re dike armanc. Heta ji wan tê rê li ber çêkirina belgefîlman vedikin û ji bo parzemîna xwe HIŞ ango BÎRekê ava dikin. Ne di hêla polîtîk û ne jî di hêla çandî de êdî naxwazin ew girêdayî Rojava bimînin. Dixwazin bi hêza xwe û li gor heqîqeta xwe sînemayê bi rêve bibin. Armanca rêxistina FEPACI ya herî ku ew li ser disekinin jî ewe ku ew li tevahiya Afrîka fîlman belav bikin û bidin nîşandan.
Bi pêşketina vê rêxistinê dîsa di heman salan de (1969) li peytexta Burkîna Faso, Ougadougou yê Mihrîcana Pan-Afrîka ya Fîlm û Televziyonê (FESPACO) tê lidarxistin. Bi rêxistinkirina FESPACOyê sînemagerên Afrîkayî yên hilberîner tên teşwîqkirin û ji bo sînemageran qadek tê ava kirin. Sînemagerên hilberîner û derhêner di vê mihrîcanê de tên cem hev û agirê sînamayê geştir dikin. Heta niha jî ev qadên bi vî rengî tên parastin. FEPACI û FESPACO hîn jî berdewam in û li Afrîkayê çanda sînemayê ava kirin ev her du rêxistin. Niha di cîhanê de ji bo sînemayê tenê li ciyekî meydan ango qadek hatiye avakirin, ew jî Burkîna Faso ye. Li tu deverê cîhanê ji bo sînemayê qadek taybet nehatiye çêkirin.
Gelo qada duyemîn çima nebe Kurdistan?
Niha gava mirov li şert û mercên wê serdemê dinêre û mirov vedigere li Kurdistanê dinêre mirov baş dibîne ku heman rewş îro li Kurdistanê jî heye. Tiştên li Afrîqayê pêkhatine û yên ku îro li Kurdistanê pêk tên heman tişt in û di nav wan de tu cudahî tuneye. Mêtînger dixwazin me ji çand û hunera me zuha bikin û bikin ku em biçikin ango hişk bibin herin! Li xwîna me dimijin û bi hemû hêza xwe dixwazin me ji holê rakin û navê Kurdistanê bilewitinîn. Bi mîmariya Kurdistanê dilîzin, xanî, kuçe û kolanên me gulebaran dikin û dile me xwîn dikin. Dîrok û şaristaniya sedsalan ji holê radikin û werdigerînin kavilan hemû taxên Kurdistanê. Dixwazin têkiliya me ya bi paşeroja me re bibirin û me bê paşeroj bihêlin. Çawa ku Seydayê Xanî jî gotibû, “Lew vî zemanî her kesek mîmarê diwarê xwe ye” Heger em xwe bi xwe nebin stûnê baweriya xwe em ê nikaribin bibin mîmarê dîwarên xwe jî. Divê îro Kurd baş bizanin ku em ancax dikarin bi sînemayê hîn tiştan ava bikin. Ne ku bi mîmariya xwe li ser gelê dîsa bibin serdest, na berovajî vê divê ew dakevin kolana û bi gel re vê mîmartiyê bikin. Heger îro seyda sax bûya ez bawerim wê bigota “Lew vî zemanî her kesek mîmarê sînemaya xwe ye” Çawa ku Afrîkayên reşik jî dibêjin, “Sînema dikare bibe qelbê civakekê” Çima em sînemayê nakin qelbê civaka xwe?
Gelo îro em Kurd çikas ji sînemaya xwe re mîmartiyê dikin? Çikas dikevin nav gel û çikas ji gel re dibin bersiv? Çima em ji gel dûr ketine û wek Sembene ji wan re nabin Kamera-Bîr? Em dikarin bi kamerayê HIŞ û BÎRek ava bikin û bibin mîmarê sînemaya xwe. Divê sînemagerên Kurd kamerayên xwe azad bikin û agirê sînemayê li kolanan geş bikin.
OSAD dikare wek FEPACI li Kurdistanê bixebite
Îro li Amed’ê Komelaya Akedemiya Sînemayê Ya Rojhilata Navîn (OSAD) xebatên sînemayê bi rêve dibe û heta ji wan tê agirê sînemayê geştir dikin. Lê ev têr nake divê rêxistina xwe berfirehtir bike û hişmendiya dagirkeran pûç derxe bi stratejiyên xwe yên sînemayê. OSAD dikare wek FEPACI li Kurdistanê çandeka sînemayê baştir bi cîh bike. Dîsa mirov dikare li Amed’ê mihrîcana fîlman ya gel li dar bixe û wek mihrîcana FESPACO qadeke azad ji bo sînemagerên rojhilata navîn biafirîne û çand û hunera Kurdistanê bi cîhanê bide naskirin. Heger heman hişmendiya dagirkeran bi me re jî çêbibe ew gav em ê pûç bibin û ew ê Kurdistan sêwî bimîne. Lê em çima heyîna wan ya li ser vê xaqê “pîç” nakin!? Divê em nekevin dafika serdestên xwe û kamarayên xwe bi rêxistin bikin. Çavekî dij-mêtînger bi kamerayên xwe re çêbikin û li dû heqîqetê bimeşin. Ev yek pêkan e. Mînakên FEPACI û FESPACO dikarin rê nîşanî me bidin. Mirov dikare ji azmûnên wan sûd wergire ji sînemaya xwe re mîmartiyê bike. Bi ziman, çand û heqîqeta xwe belgefîlm û fîlman çêbike. Nexwe em ê di nav xeyalan de cîhana (şer û pêvçûnên ku îro diqewimin, dîmenên ku winda dibin û em ê qet wan nebînin) îro ji bîr bikin! Ji bo em ji bîr nekin divê em bi hêza dîmenan bawer bibin û hiş-kamerayê bikar bînin û vê cîhanê veguherînin Bîrekê.
Axaftina Sembene
Sembene yê Senegal î xelata ku Keybanû ya Îngilîstanê dabû wî red kir û wek bersiv ji dagirkeran re vê axavtinê kiribû, “Em wek Afrîqayî hatin dinê. Ji bo ku em wek Afrîqayiyan bimirin em hemû Rojavayiyan ji warê bav û kalen xwe diajon. Ew nijadperestiya ji bo ku em hev bikujin we hînê me kiriye, ew felsefeya we ya vala û çewt ku we pêşkeşî me kiriye û ew estetîkên ku we wek huner bi me daye pejirandin heta ji ser rûyê vê xaqê winda nebin û neqedin em ê wek Afrîkayiyan li ber xwe bidin û bi we re şer bikin. Hûn bipejirînin an jî nepejirînin mirovên Afrîkayî jî wek we Rojavayiyan bi rûmet in. Mirov bi rûmet tê dine. Tu mirov hewcedarî bi rûmeta ku Keybanû bide wî nabîne.”
Beriya her tiştî rûmet hebû...!
ARDÎN DÎREN/AMED