Em bibin Xizir ji bo yên di tengasiyê de
Federasyona Elewiyan a Demokratîk FEDA bi slogana “Ji bo dostan bibe Xizir, bibe dermanê derdê wî” kampanya malbatên xwişk û bira (hevmaliyê) dimeşîne. Hevserokê FEDA'yê Velî Kaya li ser kampanyayê got: “Divê em ji bo kesê di tengasiyê de bibin Xizir û di hewara wî de biçin, pariyê xwe pê re parve bikin.”
FEDA kampanya malbatên xwişk û bira bi komele û endamên xwe bi rê ve dibe. Kaya da zanîn ku di serî de li Elmanya, li Awusturya, Swîsre û Franse, wan li welatên weke van xwe gihandine 167 malbatan. Hinek malbat hene bi 2-3 malbatan re bûne xwişk û bira, bûne hevmal. Heta canekî me bi 10 malbatan re bû xwişk û bira.
Kaya di vî warî de îşaret bi karektera baweriya Elewîtiyê kir û got, “Di bîr û baweriya me de ya girîng ew e, divê mirov pariyê xwe parve bike. Em bibin Xizir di hewara yê tengasiyê de ye biçin. Ev di çanda me û baweriya me de heye. Di van rojan de li welêt gelek kes di zehmetî û tengasiyê de ne. Li Ewrûpayê mirov dikarin debara xwe bikin. Lê li welat ev zehmet e. Divê em ji bo van mirovên xwe bibin Xizir û di hewara wan de biçin. Em bang li canên xwe yên Elewî hemûyan dikin û dibêjin bi qasî ji me bê em pariya xwe parve bikin. Ne tenê bi Elewiyan re bi mirovên xwe yên din re jî dibin xwişk û bira. Saziyên me yên vir û li welêt bi hev re dixebitin. Em ferqê naxin navbera mirovan ji çi baweriyê dibe bila bibe, em ê alîkariya malbatên xwe bikin.”
Hûn jî beşdarî kampanyayê bibin
Kesên bixwazin beşdarî kampanyayê bibin dikarin bi hejmarên telefonê yên li jêr têkiliyê deynin.
Elmanya: +49 176 45 99 32 64
Swîsre: +41 78 724 49 35
Franse: +33 768 10 45 42
Viyana: +43 660 49 61 400
PolitikAzad/MAINZ