"Em biryara 11'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqere ya demborî nasnakin." Li Antalyayê jî bi heman armancê meş hate lidarxistin û biryar hate şermezarkirin.
Federasyona Bektaşî Elewiyan, Konfederasyona Yekîtiya Elewiyan a Ewropa, Komeleya Çanda Pîr Sultan Abdal, Komeleyên Çandê ya Elewiyan û Weqfa Çandê ya Anatoluyê ya Haci Bektaş Velî têkildarî biryara doza komkujiya Sêwasê ya "demborî" de daxuyaniyeke nivîskî ya hevpar dan. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku biryara "demborî" ya ji bo bersûcên komkujiya Sêwasê şerma Tirkiyeyê ye û wiha hate gotin: "Ev biryar li dijî mafên mirovan, wekhev û edaletê darbeyek e. Ev biryar tenê ji bo 5 bersûcên komkujiyê efubikin nîn e. Ev biryar ji bo efukirina kesên 8 saetan li ber Otela Madimakê digotin "Bi şewitînin" û "Komar li vir hate avakirin dê li vir bê hilweşiyan" in. Dadgehê bi vê biryarê elewî careke din şewitandin." Di daxuyaniyê de bal kişand ser gotinên Serokwezîr Erdogan û wiha hate bilêvkirin: "Piştî biryara dadgehê Serokwezîr Erdogan got 'ji gelê me re li ser xêrê be' û di heman rojê de êrîşa polîsan a li di gelê li ber edliyeyê nîşaneya li dijî elewiyan helwestê nîşan didin e."
Di daxuyaniyê de têkildarî serdeman nû de wiha hate gotin: "Em biryara 11'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqere nasnakin. Ji bo ku ev biryar li qada navneteweyî wekî sûcê mirovahiyê bê qebul dê têkoşîna me berdewa bike. Em dê der heqê Mirdûriyeta Polîsan a Enqere de ji ber êrîşa li dijî girseya li ber Edliyeya Enqere kir serlêdana sûc bikin. Heta berpirsiyarên komkujiyên tên darizandin dê têkoşîna me berdewam bikin. Em dê li hemû herêman vê biryarê şermezar bikin û mitîngekî navendî li dar bixin. Ji bo xebata bikevin jiyanê em wekî nûnerên saziyên elewiyan dê di 18'ê adarê de li Enqere civîneke berfireh li dar bixin. Em di civînê de ji bo çalakiyan bernameyekê der bixin."
Li Antalyayê jî bi heman armancê meşeke hate li darxistin. Girseya li ber Banqa Halk a Kapaliyolê heta ber Peykerê Attalosê meşiya û piştî meşê daxuyanî hate dayîn. Di meşê de pankarta "Di doza Sêwasê de demborî sûcê mirovahiyê ye" hatev vekirin û sloganên "Nifşê oldar dişewitîne AKP diparêz e" û "Kesên AKP avakirin Sêwasê dişewitînin" hatin berzkirin.

ENQERE / ANTALYA