Em civak in - RÊŞAD SORGUL
Civaka Kurd civakeke pirreng û pirrdeng e. Hêza wê jî ji vê rengîniya wê ye. Tevî ku di nava şert û mercên dagirkerî û mêhtingeriyê de ye, hewldanên Kurdan ên ji bo civakeke hevgirtî roj bi roj baştir dibin. Di bûyerên siyasî û civakî de raya giştî ya Kurd her diçe dibe xwedî gotin. Belkî ne ji destê dagirkeran bûya, ev hêz wê bêhtir serketî bûya û di warê renggirtina rêzik û pîvanên civak û siyasetê de diyarker bûya.
Di bûyera Zînî Wertê de em vî dengî û vê hêza civakê dibînin. Belkî bi temamî bi dilê me nebe jî bandora raya giştî ya civaka Kurd li ser bûyerê xurt e. Eger heta niha şerek di nava aliyên Kurd de neqewimîbe di vê de bandora civakê heye. Em dema dibêjin civak jî em qala nivîskar, hunermend, bîrbir û rûsipî, sazî û dezgehên Kurdistanî dikin. Civaka Kurd xwe bi gewde dike û li ser bûyeran jî dibe xwedan gotin. Ma ne her tişt ji bo vê civakê ye!
Hunermend Şivan Perwer jî lêborîna xwe xwest. Ev jî bûyereke baş e. Ez yeqîn dikim ku Şivan guh da civaka xwe û lêborîna xwe xwest. Jixwe, hewce nake ku ez bibêjim, lêborînxwestin mirovî piçûk nake mezin dike. Di heman demê de lêbihurîn jî mirov kêm nake mezin dike. Di civakên pêşketî de ev usûl heye û ya pêkhatî jî ev e.
Lê di vê ezmûnê de çend xal hene, divê mirov li ser bisekine. Madem em civak in, divê em qala hinek usûl û awayên xwe bikin. Rêzik û pîvanên xwe diyar bikin. Beriya her tiştî divê em di bûyerên wisa de hema ranebin ser tapanan. Em nehêlin hêrsa me çavên me tarî bike û bikeve pêşiya maqûliyeta me. Hz. Elî gotiye, xwezî Xwedê qirika min bi qasî ya devê dirêj çêkira da ku min gotina xwe heta bigota tê re derbas bikira û biwezinanda. Ango divê mirov li gotinên xwe baş bifikire û paşê bibêje. Divê em ji bîr nekin ku dibe gelek tiştên nebaş ji ber gotinên me biqewimin. Ya din jî sixêf, çêr, dijûn û xeber in. Bi ti awayî divê em qebûl nekin. Çi dibe bila bibe, divê mirov ji hev re çêr û dijûnan neke. Divê ev bi ti awayî di deftera exlaqê me de cihê xwe nebe. Gotineke pêşiyên me heye, dibêje, “We çi di hev de kir bikin lê kunekê bihêlin da ku hûn sibê li rûyê hev binêrin.” Pêwîst e ku mirov zanibe nuqteyê li dawiya kêmasî û şaşiyan deyne. Nabe ku di bûyerên wisa de mirov niyeta hev bixe ber lêpirsînê, nabe bi rik û kîn mirov dewam bike, piştî lêborînê divê mirov zanibe sîngfireh û xweşbîn be.
Rêber Apo cara pêşî ji zindana taybet a Îmraliyê bi telefonê bi birayê xwe re peyivî û der barê yekîtiyê de peyam dan. Ji bo yekîtiya gelê Kurd peyamên girîng bûn. Divê civaka Kurd a roj bi roj dibe xwedî gotin, xwedî li yekîtiyê derkeve. Civaka Kurd divê bigihîje wê astê bêyî alîgiriya partî, dîn, mezheb, kom û komikan ji heqiyê re bibêje heq û ji xwahrê re jî bibêje şaş. Kengî civakekê xwe gihand vê astê bivênevê wê hêzên Kurdan jî guh bidin wan, bi kêmanî wê paşguh nekin. Ji bo me endamên civaka Kurd, ev erk û wezîfeyeke exlaqî, demokratîk û insanî ye.