Li seranserê dinyayê çalakiyên piştgiriya bi Rojava re zêde dibin. Nexasim jî li Ewrûpayê dengê li meydanan dibêje, Kurd ne tenê ne, miletên îlhamê ji Şoreşa Rojava digirin, ji bo Kurdan çiya ne.

 Li Helsînkî sefera Rêyên Hewayî ya Tirk qederê saetekê hat astengkirin û li rêwî û mêvanan belavok hatin belavkirin. Ji wan hat xwestin çûna Tirkiyeyê û aboriya Tirkiyeyê boykot bikin.

 Bi hezaran kes li bajarê Îtalyayê Mîlanoyê li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê meşiyan. Li Mîlano û derdora wê hejmara Kurdan sed jî nîne, lê bi hezaran Îtalî êdî kula Kurdan ji xwe re kul dibînin.

Dewleta Tirk a dagirker li seranserê dinyayê vê dawiya hefteyê jî hat şermezarkirin. Li gelek bajarên Elmanya, Fransa, Îtalya, Swêd û gelek bajarên li seranserê dinyayê çalakî bi beşdariya girseyî çêbûn.

   

Li bajarê Elmanyayê Hannoverê, qirkerî û dagirkeriya dewleta Tirk li ber avahiya Konsolosxaneya Tirk hate şermezarkirin. Di çalakiyê de pankarta li ser nivîsandî “bi hev re dinyayê biguherînin” û alên YPG, YPJ û TEV-DEM, QSD ‘ê hatin hildan û piştevanî berxwedana Rojava hat kirin.

Çalakgeran piştî ku bi danezanekê êrişkariya qirker a dewleta Tirk şermezar kir, ber bi navenda bajêr ve dest bi meşê kirin.

Li bajarê Elmanyayê Dusseldorfê di meşa protestoyî de bang li hikumetan hate kirin ku nebin şirîkên komkujiyên li dijî miletê Kurd. Hevserokê FED-MED’ê Engîn Sever got, “Kurd li hemberî êrişên dagirker wê heta dawiyê li ber xwe bidin. Ji bo ku em bibin dengê Rojava, çi ji destê me were, em ê texsîr nekin.”

Li bajarekî din ê Elmanyayê Erfurtê Kurdistanî û dostên wan li nava bajêr meşiyan û êriş protesto kirin.

Li bajarê Elmanyayê Wolfsburgê çalakiya bêîtaetiya sivîl hate lidarxistin. Ciwanan belavok belav kirin û banga alîkariya faşîzmê nekin, kirin.

Ji bilî vê, li bajarên weke Frankfurt, Stuttgart, Hamburg û gelekên din jî çalakiyên girseyî hebûn.

Li bajarê Fransayê Bordeauxê êrişên dagirker ên li dijî Rojava bi meşekê hatin rûreşkirin. Êlegzeran jî piştgirî da çalakiyê. Li paytext parîs û gelek bajarên din ên Fransayê jî çalakî hene.

Li Swêdê bi hezaran kes meşiyan

Li paytexta Swêdê Stockholmê li meydana Norra Bantorgetê mîtîngek çêbû.

Seroka Yekîtiya Jinan a Sosyal Demokrat a Stockholmê Lena Josefsson diyar kir ku dagirkerî li dijî peymanên navneteweyî ye û şermezar kir.

Li bajarê Swêdê Goteborgê jî Kurdistanî tevî dostên xwe daketin meydanan û dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin. Di çalakiyê de hate xwestin ku leşkerên Tirk tevî çeteyên xwe Rojava biterikînin.

Tirkiyeyê û aboriya wê boykot bikin

Li paytexta Fînlandiya Helsinkiyê, çalakiyek li balafirgehê hat lidarxistin. Di encamê de ji bo 45 deqîqeyan ketina balafira Turkish Airlines hat sekinandin û gelek belavok jî hatin belavkirin. Çalakvanan bi belavokê banga boykotkirina Turkish Airlines û aborîya şer a dewleta Tirk kir.

Katalan bi Rojava re ne

Li paytexta Katalonyayê Barcelonayê her roj ji bo Rojava çalakî pêk tên. Doh û pêr jî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk meş û civîn hebûn. Çalakgeran dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û berxwedana Rojava ya bi pêşengiya YPJ û YPJ’ê jî silav kir.

Li bajarê Îtalyayê Mîlanoyê jî bi beşdariya bi hezaran kesî dagirkeriya qirker a dewleta Tirk li Rojavayê Kurdistanê hat şermezarkirin.