Ew cihêtiya di navbera beriya û piştî dagirkeriyê de jî bi liberhevgirtina herêmên Rêveberiya Xweser û yên dagirkirî rave dike: “Li aliyekî li ber me azadiya ferdan, xizmetên ji welatiyan re misogerkirî û ewlekariyeke bêqisûr heye. Li aliyê din li ber me herêmên tundraw bi rê ve dibin, çeteyên bertîlxur hene ku har dibin, di heman demê de xizmet nînin û azadî jî tenê bibîranîneke ji rabihuriyê ye.”
Mafê miletê me ye dagikerî bike der
Ew di dawiya nivîsa xwe de bang li aliyên navneteweyî dike da ku piştgiriya miletê Kurd bikin, da ku Kurd karibin li warên xwe vegerin û dagirker jî biqeşitin: “Em bang li aliyên navneteweyî dikin ku piştgiriya me bikin da ku miletê me li malên xwe vegere, dagirker ji erdên me yên wan kontrolkirî derkevin, û komîteyeke lêkolînê ya bi sponsoriya navneteweyî ava bikin ji bo ku binpêkirinên bi destê dagirkerî eşkere bikin. Sûcên dagirkerî weke şermeke mirovahiyê tê dîtin di vî çaxê me yê modern de. Divê em wan bibin ber dadger. Em careke din disepînin ku bi her awayî mafê tam ê miletê me ye ku vegere û dagirkerî bike der.” NAVENDA NÛÇEYAN Em dagirkerê Efrînê bibin ber dadger
Sînem Şerkanî Mihemed hevseroka Nûneriya Konseya Demokratîk a Sûrî li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê. Wê ji kovara Syrian Democratic Times re nivîsek li ser dagirkeriya dewleta Tirk li Efrînê nivîsî.
Ew dibêje, “Dagirkeriya dewleta Tirk a Efrînê desteserkirina mafan e. Ew sîstema civakî ya herêma dagirkirî li gorî meyla xwe ya siyasî û îhtîrasên xwe yên ji bo siberojê ji nû ve bi teşe dike. Ew tê dixebite ku nasnameya çandî û prensîpên beriya wê serwer li herêmê yên civakî û întelektuel tine bike; xasma ew berê xwe dide nifşê nû.”
Ew behsa sîstema dibistanan dike ku dagirkeriya dewleta Tirk çanda xwe nexasim li ser vî nifşî ferz dike. Çawa: “Ew bi kulmeke şidayî û dengekî gefxwer hukim dike. Beşên mezin ên civaka herêmê çavtirsandî dike. Ji bo vê, dagirker destûra guhertineke daimî ya sîstematîk dide...”
Ew dibêje, “Tişta li Efrîna dagirkirî qewimî ne tenê dagirkerî ye, ew her wiha mezintirîn jicihûwarkirina bi darê zorê û guhertina demografiyê ye ku dinyayê van salên dawiyê şahidî lê kir.”
Sînem Mihemed dizî, talan, revandina mirovan, desteserkirina milk, kuştina mirovan, êşkence û kiryarên bi vî rengî yên dagirkeran jî bi bîr dixe; dîsa azadî û bi hev re jiyana komên dînî yên cihê jî ku îro hatiye tinekirin, di gotara wêde cihê xwe digirin.
Sînem Mihemed dibêje ev siyaseta dagirkeriyê ya dewleta Tirk li herêmên din ên wê dagirkirî jî pêk tên, nexasim jî li Girê Spî û Serêkaniyê. Ew dibêje, tevî vê jî Efrîna aram ti carî nebûbû tehlûkeyek ji Tirkiyeyê re. Ew behsa aliyên wê yên mînak ên bihevre jiyana komên dînî, qewmî dike û dibêje, “Efrîna berê û Efrîna îro gelekî ji hev cihê ne. Bi heman rengî Girê Spî û Serêkaniyê jî îro gelekî cihê xuya dikin.”
Ew cihêtiya di navbera beriya û piştî dagirkeriyê de jî bi liberhevgirtina herêmên Rêveberiya Xweser û yên dagirkirî rave dike: “Li aliyekî li ber me azadiya ferdan, xizmetên ji welatiyan re misogerkirî û ewlekariyeke bêqisûr heye. Li aliyê din li ber me herêmên tundraw bi rê ve dibin, çeteyên bertîlxur hene ku har dibin, di heman demê de xizmet nînin û azadî jî tenê bibîranîneke ji rabihuriyê ye.”
Mafê miletê me ye dagikerî bike der
Ew di dawiya nivîsa xwe de bang li aliyên navneteweyî dike da ku piştgiriya miletê Kurd bikin, da ku Kurd karibin li warên xwe vegerin û dagirker jî biqeşitin: “Em bang li aliyên navneteweyî dikin ku piştgiriya me bikin da ku miletê me li malên xwe vegere, dagirker ji erdên me yên wan kontrolkirî derkevin, û komîteyeke lêkolînê ya bi sponsoriya navneteweyî ava bikin ji bo ku binpêkirinên bi destê dagirkerî eşkere bikin. Sûcên dagirkerî weke şermeke mirovahiyê tê dîtin di vî çaxê me yê modern de. Divê em wan bibin ber dadger. Em careke din disepînin ku bi her awayî mafê tam ê miletê me ye ku vegere û dagirkerî bike der.” NAVENDA NÛÇEYAN