NÎHAL BAYRAM/FRANKFURT
Serokê Desteya Baweriyê ya Hessenê a ser bi Federasyona Yekîtiyên Elewî ya Elmanyayê (AABF) Pîr Alî Ekber Erden got, “Divê HDP ji bendê bibihure. Yan na, li pêşiya me rojên tarî hene.”
AABK´yê berê dabû zanîn ku di hilbijartinên zodestiyê yên 24´ê Hezîranê de ew ê destekê bide HDP´ê. Serokê Desteya Baweriyê ya Hessenê a ser bi AABF´ê Alî Ekber Erden dibêje, “Li her devera ez lê dipeyivim, ez dibêjim: Ev hilbijartin ji bo me pirr girîng in. Heger em vê bi ser nexin, heger em serbilind nesekinin, hingê em mehkûm in ku bên tepisandin. Îcbarî ye ku HDP ji bendê bibihure. Yan na, rojîn tarî li benda me ne.”
Erden îşaret pê kir ku girîng e, Elewiyên destekê didin CHP´ê jî dengê xwe bidin HDP´ê û wiha dewam dike: „Ev rastiyek e. Qismek mezin ê Elewiyan dengê xwe dide CHP´ê. Ez di serdana malan û sohbetên me yên yekser de, vê pêşniyaz dikim, ‘Heger li malekê 5 deng hebin, 3 bidin HDP´ê û didu jî bidin CHP´ê. Lewma heger HDP ji bendê nebihure, zehmetiyên mezin li pêşiya me ne.”