DICLE EHMED / ANHA/KOBANÊ

Xwendekarên gundên Kobanê yên li ser sînor tevî êrişên dagirkeriya Tirk ji xwendina xwe namînin.

Di van çend rojên dawî de dewleta Tirk gundên rojavayê Kobanê bi hewan, fûze û guleyan kirin hedef û gule li sivîlan barandin.

Dewleta Tirk bi êrişên xwe, ji sivîlên ku di zeviyên xwe de dixebitin heta bi zarokên dibistanê jî dike hedef. Zaroka bi navê Sara Rifat Mistefa ya 12 salî, li gundê Til Fender ê rojavayê Girê Spî, dema ji dibistanê vedigeriya malê, bi guleya sekvanên artêşa Tirk hatibû qetilkirin.

Ji ber em bi Kurdî perwerde didin

Li gorî gotinên xwendekarên gundê Kor Elî yê rojavayê Kobanê, beriya çend hefteyan dibistana wan rastî topbarana tankên artêşa Tirk hatiye. Yek ji mamosteyên dibistana gundê Kor Elî, Berçem Ehmed derheqa babetê de dibêje, "Tevî topbaranê jî deriyê dibistanê wê vekirî bimîne û xwendekar di fêrbûna bi zimanê dayikê de bi israr in. Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî çand û zimanê gelê Kurd zêde dike, ji ber ku em bi zimanê dayikê perwerdeya xwe dibînin."

Xwendekar Songul Şêxo wiha behsa meseleyê dike: "Ez ji gundê Kor Elî me. Di refa 4’an de dixwînim û fêrî zimanê Kurdî dibim. Tirkiye bi tankan me topbaran dike. Lê em dev ji zimanê xwe bernadin."