Eger gelek bi xwe bawer bin, bila bên ser sindoqan û vîna me bibînin."
Beybûn Tîmur têkîldarê tayînkirina qeyûman got, "Şaredarî ya gelê Kurd e. Em şaredariyên xwe nakin destê kesekî din. Bi salane zilm û zordariyê li ser gelê Kurd dike û niha jî dest danîne ser şaredariyên me. Heya dawiyê em ê xwedî li şaredariyên xwe derbikevin."
'Dewletê ji tirsan dest danî ser şaredariyan'
Feleknaz Tîmur jî tayînkirina qeyûman şermezar kir û got: "Em qeyûman nasnakin û şermezar dikin. Dewleta Tirk dizane ku di hilbijartinê de ew ê têk biçe û bi tirs dest danî ser şaredariyên me. Em biryarên dewletê nas nakin. Eger wisa bi qeyûman dewam bike, kes qeyûman nas nake û demên hilbijartinê jî kes naçe ser sindoqan.”
‘Armanca dewletê pêk nayê’
Aysel Demîr jî bi lêv kir ku, divê êdî dewlet destê xwe li ser vîna gelê Kurd rake û wiha pêde çû: "Bi salane van polîtîkayên xwe pêk tînin lê ne gihişîn armancên xwe . Ev qeyûm jî nagihije armanca xwe. Nikarin li hemberî gel hilbijartina nû bikin."
Medine Işık jî got, qeyûm dewama polîtîkayên berê y û wiha peyivî: "Dewletê berê bi zorê dest danî ser axa me û em derdixistin. Niha jî bi zorê dest danî ser şaredariyên me. Em êdî van zor û dest dayîna qebûl nakin. Bila li ser sindoqan vîna me bibîne."
WAN