Aysel Ateş dayika girtiyê bi navê Mehmet Veysel Ateş e yê ku ji 1’ê Adarê ve li Hepsa T-1 a Amedê di greva birçîbûnê ye. Wê got, ‘’Kurd divê êdî dakevin meydanan’’.

Mehmet Veysel Ateş di dema xwendekariya xwe de di çapemeniya azad de jî demeke kurt xebitiye. Hîna hevjîna wî bi zaroka wî bi halekî, tê girtin û hîna jî ji ber du dozan di girtîgehê de ye.

Dayik Ateş dibêje, moralê çalakgeran ji yên malbatan baştir e û got, ‘’Ew ji me bêhtir li ser xwe ne. Moralê me baş dikin. Hewl didin ku berxwedana me xurt bikin. Ez jî dixwazim beriya ku ji hepsan cenaze derkevin, tişta ku ji destê min tê, bikim. Ez nikarim li benda mirina wan bimînim. Ez naxwazim ti kes li bara vê rewşê bêdeng be. Daxwazên wan ji bo me rûmet in. Berxwedana wan jî rêya me ye.’’

Dayik Ateş bang kir da ku tecrîdkirina Ocalan bê bidawîkirin û got, ‘’Ez bang li muxatebê vê meselê dikim ku tecrîdê rakin. Zûka tecrîda ji ser Serok rakin. Zarokên me jî wê dawiyê li çalakiya xwe bînin. Ez bang li hemû dayikan, jinan û ciwanan dikim. Werin em bi hev re, dest bidin hev û ji heqî vê meselê derkevin. Bi tenê bi têkoşîna xwe em dikarin zarokên xwe bidin jiyîn. Bi tenê em dikarin tecrîda li ser Serokê xwe rakin. Kurd divê êdî dakevin meydanan.’’