Hingî zêdeyî deh hezar pêşmerge hebûn. Êzîdiyan jî rahiştibûn çekê, lê belê hikûmeta Barzanî ewilî got, ‘Ji bo di navbera pêşmerge û civakê de pirsgirêk dernekeve, çekên xwe bidin me’ û bi vî rengî hemû çek da hev. Dema êrîş hat kirin jî pêşmergeyan xwe vekişandin û 500 hezar Êzîdiyên li çiyayê Şengalê asê man, ku bêparastin bûn, xist nava lepên DAIŞ’ê.”

Dûran bibîr xist, ku tevî hemû astengiyên PDK’ê jî hêzên HPG’ê ji bo rizgarkirina Êzîdiyan xwe gihandin Şengalê, korîdor vekirin û bi deh hezaran Êzîdî rizgar kirin. Dûran bal kişand ser avabûna hêzên parastina Êzîdiyan YBŞ a di vê demê de û got, “YBŞ ava bû. Îro gelekî xurt e û roj bi roj xurtir dibe. Hêza xwe heye temamiya civakê biparêze. Ji bilî vê gelek sazî û rêxistinên xwe hene. Girîng e hemû Êzîdiyên li gelemperiya cîhanê, bi taybetî yên li Ewropayê bibin yek, tifaqa xwe pêk bînin û xwedî li vê rêxistinbûnê derkevin.”

Dûran da xuyakirin, ku ew dixwazin Şengal xweser be û got, “Em Êzîdiyên li dîasporayê dijîn dixwazin Şengal xweser be. Em dixwazin Êzîdî li dora Meclîsa Şengalê, YBŞ û Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzîdiyan tifaqeke xurt ava bikin. Em dixwazin sîstema li wê derê were xurtkirin. Daxwaza me avabûna Xweseriya Êzîdxanê ye. Û divê Êzîdiyên li Ewropayê jî tevlî wê meclîsê bibe. Rêber Apo digot, ‘Kurdistana bê Êzîdî, bexçeyê bê gul e’. Em jî dibêjin, divê Êzîdxan bi rengê xwe di nava Kurdistana mezin de cih bigire.” 


 CELLE