Malbatên Roboskî di 7’emîn salvegera komkujiyê de li ser gora zarokên xwe kom bûn û ew bi bîr anîn. Malbatan got, “Ji bo kujer û berpirsên komkujiyê derkevin pêşberî edaletê, em ê ji nû ve dest bi her tiştî bikin.” Malbatan ji hiqûqnas û siyasetvanên berpirsiyariya wan di dosyeya dozê de heye, xwest xwe rexne bikin.

19 jê zarok 34 welatiyên di Komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest dayî di 7’emîn salvegerê de li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, parlamenterên HDP’ê, parêzvanê mafên mirovan û parêzerên ji gelek baroyan beşdarî bibîranînê bûn.

Malbatan cilên reş li xwe kirin û ji bo bibîranînê li mizgefta gund kom bûn. Malbat ji wir çûn ser gorên zarokên xwe û wêneyên zarokên xwe danîn ser goran.

Malbatan daxuyanî da çapemeniyê û serokê Roboskî-Derê ya ku dewleta Tirk ew girt, Velî Encû xwend: “Me wê şevê li ser pişta hêstiran û di romorkên traktoran de can da. Em 34 can bûn. Ev 2 hezar û 558 roj in ku em li ser gorên xizmên xwe li edaletê digerin. Her ku me edalet xwest, em rastî heqaret û dozan hatin. Malên me hatin dorpêçkirin û em destgîrkirin, em hatin girtin. Tevî ku tê zanîn kê fermana komkujiyê daye jî ti kes hê jî nehatiye dadgehkirin.

Her dawî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) bi hinceta ‘Rêyên hiqûqa navxweyî qediyane’ doz red kir. Di asta em gihîştinê de zindîkirina doza Roboskî ji zindîkirina miriyekî zortir bûye.

 

Qêrîna me li çiyê olan dide

Kesên ku ji bo tazmînat yan jî şohreta siyasî û civakî xwestin Doza Roboskî ji xwe re bikin berjewendî, dema ku doz bi biryareke skandal hat encamkirin, me ew li derdora xwe nedîtin. Em dibêjin, di esasê xwe de du kes bi qebhet in. Qêrîna me li çiyayên Roboskî olan dide. Lê bes dengê me ji gundê me dernakeve. Olana dengê me xwe dizivirîne û li rûyê me dikeve.

Ji bo birêvebirina dosyeya Roboskî ji milê partiya siyasî Meral Daniş Beştaş û ji milê baroyê ve jî Serokê Baroya Şirnexê Nûşîrevan Elçî berpirs bûn. Beştaş û Elçî divê di serî de xwe rexne bikin beramberî malbatan, gelê Kurd û raya giştiya heqperest a Tirkiyeyê. Divê hesab bidin.

Heta hesab bidin

Berpirsyariya wan heye. Lê mixabin her du mirov jî heta îro tu rexnedayînek nedane. Her ku em vê bêberpirsyariya wan bi bîr dixin, qey tu yê bêjî Komkujiya Roboskî li serê wan qewimiye, û me ew doz têk biriye, em bi muameleyan re rû bi rû dimînin. Her çiqas me dereng fêm kiribe jî me fêm kir ku Roboskî bêxwedî ye. Em wisa bêxwedî ne daxwaznameya der barê parêzerê elaqedar de me da baroyê jî bêbersiv maye û em nikarin aqûbeta daxwaznameya xwe hîn bibin. Em ji vê bêdengiyê ditirsin. Lê em ê bi paş ve gavê neavêjin. Heta ew mirî zindî bibe, ji kujer û berpirsên Roboskî hesab bê xwestin û li pêşberî edaletê hesab bidin, em ji nû dest bi her tiştî dikin.

Heta hesabê xemsariya ji bo dosyeya Roboskî neyê dayîn, em nikarin ji nû ve dest bi têkoşîna edaletê bikin. Ji bo dîsa ji nû ve dosyeya Roboskî bê vekirin, em dixwazin konferansek bê lidarxistin. Bila bang li Meral Daniş Beştaş û Nûşîrevan Elçî bê kirin û di konferansê de xwe rexne bikin. Çi, li ku, ji bo çi xeletî kirine yan jî kêmasî kirine, em hemû bi hev re zanibin. Yên bên şermezarkirin bila bên şermezarkirin. Yên bên lomekirin bila bên lomekirin. Em hêvî dikin û dibêjin ku wê ev banga em ji Roboskî olan bide û dîsa li me nezivire. Bila were heta guhê we û ya pêwîst bê kirin.

Bila edalet çêbe 

Em bang li hikûmeta AKP’ê jî dikin. We zalimî hilbijart û hûn wê hildibijêrin. Ser komkujiyê negirin û bila her tişt bi zelalî bê lêpirsîn. Bila doz ji nû ve bi zelalî bê destpêkirin û pêvajoya dadgehê dest pê  bike. Roboskî jî û hemû raya giştî ya Tirkiyeyê heqîqetê hîn bibe. Berdêlê heqîqetê çi be bila bê dayîn. Bihêlin bila edalet çêbe.”

Piştî daxuyaniyê, xwişka Cemal Encu yê jiyana xwe ji dest dayî Cahîde Encu, nameya Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê yê berê Ferhat Encu yê di hepsê de şandî, xwend.