“Divê gelê me yê Êzîdî vê baş zanibe, ev pêvajoyeke nû ye. Armanca sereke ya vê êrişê xweseriya demokratîk e û civaka Êzîdî ye ku dixwaze li ser van xakên pîroz bijî. Divê hemû Êzîdiyên li diaspora, Ermenistan, Rûsyayê zanibin, ev êrişa li dijî Şengalê, dewama komkujiya li dijî Efrînê ye. “
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta got, ew ê tola Zekî Şengalî ku bi suîkasta dewleta Tirk şehîd bû, bistînin û got, “Em ê ala heval Zekî ku bi keda 35 salan anî van rojan, li erdê nehêlin”
Sozdar Avesta derbarê Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden) de axivî.
Sozdar Avesta diyar kir ku şehadeta Zekî Şengalî ew gelekî xemgîn kirine û got, “Ez bi hurmet û minet hevrê Zekî Şengalî bi bîr tînim. Em di şexsê Zekî Şengalî û Atakan Mahîr de, soza xwe ya serfiraziyê ya ku me dayî Rêber Apo, dubare dikin.’’
Xwedî kedeke mezin bû
Avesta bi bîr xist ku Şengalî 35 salan di têkoşîna Azadiya Kurdistanê û Êzîdxanê de xwedî kedeke mezin bû û wiha peyivî: “Li hemû qadan ji bo avakirina civaka azad, welatê azad û neteweya azad têkoşiya. AKP/MHP ya faşîst û dîktator Erdogan bi vê êrişa nemerdî careke din rûyê xwe yê komkuj û faşîzan şanî gelê me daye.’’
Dewama polîtîkayên qirrker
Avesta got, dewleta Tirk ji roja ku ava bûye ji bo ku îradeya gelê Kurd bişkîne polîtîkayên qirrker daye ber xwe û wiha pê deçû: “Êrişa li ser Mam heval Zekî Şengalî, dewama van polîtîkayên qirrker e. 2007’an dema êrişa ser Êzîdxanê jî Tûgaya Tolhildêr a Tirk (TÎT) anîbû ser xwe. Ev jî nîşan dide ku êrişa li ser heval Zekî êrişa li ser gelê Êzîdî û li ser wan civakan e ku têkoşîna azadiyê dikin.”
Ji Bêrîvan heta Zekî Şengalî
Avesta got Zekî Şengalî bi salan e weke pêşeng û lîderê civaka Êzîdî kar kir û wiha axivî: “Heval Zekî li hemû qadan ji bo domdariya jiyanake demokratîk, bi îdeolojî û felsefeya Rêber Apo, alaya berxwedanê ya ku ji Bêrîvan, Abdullah, Îrfanan wergirtî, anî heta îro.“
Ev pêvajoyeke nû ye
Avesta got, divê civaka Êzîdî vê êrişê weke bûyereke şexsî nebîne û got, “Divê gelê me yê Êzîdî vê baş zanibe, ev pêvajoyeke nû ye. Armanca sereke ya vê êrişê xweseriya demokratîk e û civaka Êzîdî ye ku dixwaze li ser van xakên pîroz bijî. Divê hemû Êzîdiyên li diaspora, Ermenistan, Rûsyayê zanibin, ev êrişa li dijî Şengalê, dewama komkujiya li dijî Efrînê ye. Ji bo vê jî, li bara vê şehadeta mezin divê gelê me yek be. Bi taybeyî jî ciwanên Êzîdî, ciwanên Kurdistanê, divê têkoşîna heval Zekî ku ji 18 saliya xwe ve didomîne, ji bo xwe mînak bibînin.”
Êzîdxana azad ava bikin
Avesta got, ew soz didin ku alaya Zekî Şengalî li erdê nehêlin û wiha pê de çû: “Em ê xeyala heval Zekî, Kurdistana azad û Êzîdxana azad ava bikin. Wek hevrêyeke heval Zekî ez jî di navê de, careke din em sond dixwin ku di rêya wî de em ê bimeşin û tola wî hilînin.”
Bila çavê te vekirî nemîne
Avesta got, dewleta Tirk a dagirker û Serokkomarê Tirk Tayyip Erdogan bi van êrişan wê negihîje miradê xwe û wiha peyivî: “Dewleta Tirk û Erdogan ê faşîst divê baş zanibin, ev dawiya wan e. Ev êriş qelsî, neçariya Erdogan nîşan dide ku dixwaze rojevê biguherîne. Erdogan bi van êrişan wê tiştekî bi dest ve neyîne.
Careke din di şexsê heval Zekî û Atakan Mahîr de ez hemû şehîdên azadiyê bi hurmet bi bîr tînim. Heval Zekî, em sond dixwin, wê tola te were hilanîn. Bila çavê te vekirî nemîne, Êzîdxana azad ku te xeyala wê dikir, em ê diyarî gelê xwe bikin.”
ANF/BEHDÎNAN
Xema neteweyekî ye
Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Qadir Ezîz diyar kir ku Zekî Şengalî û hevrêyên wî qehremanên şerê li dijî DAIŞ‘ê bûn û got, “Xema wan a neteweyekî ye. Divê nûnerên Kurd, YNK û aliyên din ên li dijî jenosîda Şengalê bûn, ji bo pêkanîna xwerêveberiya Şengalê kar bikin.”
Endamê Polîtburoya YNK´ê Qadir Ezîz da zanîn ku ev êrişa hanê binpêkirina serweriya Başûrê Kurdistanê û Iraqê ye û got, “Di demekê de ku me dixwest birînên Şengalê derman bikin, birînekî dîn çêbû. Ev birîn jî şehîdkirina haval Zekî, hevalên din ên bi qehramî li dijî DAIŞ’ê şer dikirin, bû. Ez sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurd û gelê Şengalê re dixwazim. Ev tenê ne xema Şengalê ye, xema neteweyekî ye.”
Bibin alîkar ji bo pêkanîna xwerêveberiya Şengalê
Qadir Ezîz bal kişand ser girîngiya xweserbûna Şengalê da ku komkujiyên nû li dijî gelê Êzîdî rû nedin û wiha pê de çû: “Divê hemû nûnerên Kurd li Parlamentoya Iraqê, dostên Kurd, YNK û aliyên din ên li dijî jenosîda Şengalê bûn, bibin alîkar ji bo pêkanîna xwerêveberiya Şengalê û li ser asta navneteweyî jî kar li ser bê kirin.”
Serdana Ebadî ya li Tirkiyeyê
Endamê Polîtburoya YNK’ê Qadir Ezîz îşaret bi serdana Serokwezîrê Iraqê ya li Enqerê kir û got, “Êrîş piştî serdana Ebadî ya li Tirkiyeyê bû. Ev jî gumanê çêdike. Her çiqas Iraqê êriş şermezar kir, lê nayê zanîn ka veşartî destê wê di nav de heye, yan ne. YNK daxwaz dike ku artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê nemîne. Li Parlamenê jî biryar hatiye dayîn ku esker werin derxistin. Lê, heta niha ev biryar pêk nehatiye. Ev jî bi helwesta aliyan ve girêdayî ye.”
SILÊMANÎ / ROJNEWS
Li Serdeştê û Silêmanî konên sersaxiyê
Li Serdeşta Çiyayê Şengalê û li Silêmanî ji bo Endamê Kordînesyona Civaka Êzîdî Mam Zekî Şengalî, konê sersaxiyê hatin vedan.
Piştî veşartina cenazeya Mam Zekî Şengalî, pêr ji Serdeşta Çiyayê Şengalê ji bo sersaxiya wî konê sersaxiyê hate vedan. Mêvan ji aliyê Rêveberiya Şengalê û malbata Şehîd Mam Zekî Şengalî ve tên pêşwazî kirin.
Sê rojan dewam dike
Her wiha şaxa Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) ya Silêmaniyê jî li Girê Elî Nacî yê Silêmaniyê li Ofîsa PADÊ doh konê sersaxiyê veda. Konê sersaxiya wê sê rojan danî be û sersaxî bên qebûlkirin.
ŞENGAL/SILÊMANÎ
Êriş li dijî Şengalê û Rojhilata Navîn e
KCD, TJA, HDP û DBP'ê bi daxuyaniyek hevpar êrişa li dijî Endamê Koordînasyona Êzîdiyên Şengalê û endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zekî Zengalî şermezar kir.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li salona Konferansê ya Vedat Aydin a avahiya HDP'ê ya Amedê, bi awayekî hevpar daxuyanî da çapemeniyê. Nûneran êrişa li dijî Endamê Koordînasyona Êzîdiyên Şengalê û endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zekî Zengalî (Îsmaîl Ozden) şermezar kir. Di daxuyaniyê de Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, nûnerên KCD, HDP, DBP, TJA, OSP, nûnerên rêxistinên sivîl û civakî, parlamenterên HDP'ê û gelek kes amade bûn.
Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk daxuyanî xwend û got, "Rojhilata Navîn a ku bûye navenda şerê ol û mezheban, herî zêde gelê Êzîdî wekî qurbana van şeran hilbijartine. Bi 73 fermanên herî hovane û wehşî xwestin bi komkujiyan gelê Ezidî tine bikin."
Ozturk îşaret bi fermana DAIŞ´ê a li dijî Şengalê kir, got, bi berxwedaneke mezin a jinên Êzîdî, Êzîdî ji DAIŞ´ê hatin rizgarkirin û wiha dewam kir: "Bi pêşengiya jinên Êzîdî, parastina xwe ya cewherî ava kirin û xaka Êzîdî bi temamî ji çeteyên terorê yên DAIŞ’ê paqij kirin."
Tirs kete dilê paşverûyan
Ozturk got, ji ber ku Kurdên Êzîdî bi hêz û vîna xwe ya xweser li ser bingeha sîstemeke demokratîk û azadîxwaz rêveberiya xwe ava kiriye, tirs û xof xistiye nav dilê hêzên paşverû yên herêmî ku destek dane çeteyên DAIŞ’ê û wiha dewam kir: "Paşverûtiya Rojhilata Navîn hewl dide polîtîkayên êrîşkarî yên li ser gelê me yê Êzîdî didin meşandin bi şêwazên cûda bimeşînin û didin meşandin. Gelê me û civaka navneteweyî, daxuyaniyên êrişkarî û amadekariya destwerdanê yên tifaqa nijadperest AKP-MHP’ê ku ev salek e li hemberî Şengalê tînin ziman ji nêz ve dişopînin. Çeteyên DAIŞ’ê di 14’ê tebaxê de li gundê Koçoyê komkujî pêk anî bû, çend roj berê balafirên şer ên tirk êrîşî konvoya ji bîranîna salvegera komkujiyê vedigeriya, kir."
Êriş me ji meşa serketinê qut nakin
Ozturk, da zanin ku wekî saziyên daxuyaniyê didin, êrîşa ku ji hêla tifaqa AKP-MHP’ê ve bi armanca komkujiyê pêk hatiye, protesto û şermezar dikin û wiha dewam kir: "Em vê êrişê wekî êrîşeke tinekirinê ya li dijî hebûn û destketiyên bi giştî yên gelê Kurd û bi taybetî jî gelê me yê Êzîdî, dinirxînin. Em vê êrişê wekî dewama êrişên Kerkûk û Efrînê yên li ser bingeha dijminatiya Kurdan, dibînin. Di vê êrişê de yek ji siyasetmedarên pêşeng û lawê nirxdar ê gelê Êzîdî Mam Zekî jiyana xwe ji dest da. Em di serî de ji gelê me yê Êzîdî, malbata Mam Zekî û hevrêyên wî re sersaxiyê dixwazin.
Em hêzên navneteweyî yên çavên xwe ji vê êrîşê re girtine û Hikûmeta Navendî ya Iraqê ku destûr daye ev êriş li ser xaka wê pêk were bi tundî şermezar dikin. Em dibêjin, ew jî şirîkê vê êriş û komployê ne. Divê were zanîn ku êrişên bi vî rengî wê ti carî nikaribin gelê me ji meşa serketinê, berxwedan, têkoşîn û azadiyê dûr bixîne.
Em di wê baweriyê de ne ku wê ev êrîş rê li ber xurtbûna Yekitiya Neteweyî, daxwaz û hewldanên gelê me veke û vê yekê bi leztir bike. Divê hemû saziyên Kurdistanî zanibin ku ev êriş li kîjan parçeyê Kurdistanê dibe bila bibe, li hemberî destketî û daxwazên azadiyê yên gelê Kurd hatiye kirin. Bi vê bîr û baweriyê, destekkirin û xwedîderketina li gelê me yê Êzîdî û parastina wan ji fermanên nû, peywireke jiyanî ya hemû saziyên Kurdistanî ye."
Ozturk, herî dawî destnîşan kir ku ev êriş pêk hatiye li hemberî daxwazên biratî, aştî, edalet û azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn ku li Rojava û Şengalê şîn bûye, û daxuyanî wiha bi dawî kir: "Em partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl destnîşan dikin ku ev polîtîkayên êrişkariyê û dijminatiya Kurd wê tiştekî bi dewleta Tirkiyeyê re nede qezenckirin. Bi van rêbazan wê ti carî encameke erênî bi dest nexe. Em bang li her kesî dikin ku bi gelê me yê Êzîdî re her tim di nava tevkariyê de bin û bi wan re bin.
MA/AMED
Oxir be Mam Zekî…
Li Şengalê bi merasîmeke girseyî Mam Zekî Şengalî li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Berxwedan hat veşartin.
Bi hezaran welatiyên Şengalê li Xanesorê pêr li hev civiyan û darbesta Mam Zekî Şengalî birin herêma Serdeştê ya Çiyayê Şengalê. Şengaliyan darbesta Şengalî li gundê Kolkayê da ser milan û ber bi Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan ve meşiyan.
Hevjîna Şengalî, kur, bira û malbata wî, bi hezaran mirovên ji Mexmûr û bajarên din ên Başûrê Kurdistanê, beşdarî merasîmê bûn. Di merasîmê de ji fermandarên YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî axivî û got, “Em sersaxiyê ji gelê Kurd û malbata Mam Zekî re dixwazin. Mam Zekî stûna civaka Êzîdî bû. Sembola civaka Êzîdî bû. Xwestin di kesayeta Mam Zekî de tevahiya civaka Êzîdî tine bikin. Mam Zekî ji bo tifaqa Êzîdiyan û xweseriya Şengalê 24 saetan dixebitî. Bi rola tifaqa di nava partî û rêxistinan de radibû.”
ŞENGAL