Komîteya Rêveber a PKK´ê salvegera 41´ê li hevrê, heval, hogir û gelan hemûyan pîroz kir û careke din destnîşan kir ku PKK partiya şehîdan e.

  PKK´ê diyar kir ku di sala 42’an de ji bo geşkirina berxwedana azadiyê û avakirina yekîtiya demokratîk a Kurdan, wê bi erkên xwe hemûyan rabe.

Komîteya Rêveber a PKK’ê der barê salvegera 41’ê ya damezirandina PKK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin: “PKK´ê di 22 salên dawî de li hemberî êrişên dagirker ên navneteweyî û pergala qirkirinê ya Îmraliyê berxwedaneke şoreşgerî bi rê ve bir û dibe. Li ser vî esasî komploya navneteweyî ya ku DYE birêxistin kiriye, ji binî ve parçe kiriye û rûpoşên Komara Tirk hemû xistine erdê, di şexsê dîktatoriya faşîst a AKP û MHP’ê rastiya dijmin a qirker û mêtinger derxistiye holê û ev têgihiştin aniye ber têkçûnê.

Pêşengê azadiya gelê Kurd PKK, di salvegera xwe ya 41’ê ya fermî de ye. Em dikevin sala 42’an a PKK’ê. Li her qadê nîqaşên kûr û pîrozbahiyên bi coş têne kirin. Li ser vî esasî ya Rêber Apo di serî de, em Cejna Partiyê ya hevrê û hevalan hemûyan, gel û dostên xwe yên şoreşger û demokratîk pîroz dikin û di têkoşîna wan de serkeftinê ji wan re dixwazin. Em nêzî 40 hezar şehîdên xwe bi rêz û hurmet bi bîr tînin û em soza xwe dubare dikin ku em ê armanca wan bi ser bixînin û em ê wan di vê pêkhatinê de bi gewde bikin.

PKK partiya şehîdan e

Wekî ku tê zanîn PKK partiyeke Rêbertî û şehîdan e. Ji serî ve bi felsefeya azadiyê ya Rêber Apo xwe ava kiriye, fikr û taybetiyên wî yên kesayetiyê ji xwe re kiriye mînak, pîvanên îdeolojîk û tarza wî wergirtiye û bûye berhema ked û hewldana ku qet naqede. Rêber Apo diyar dike ku ‘Şehîd PKK’yî ne’ û balê dibe ser rastiya şehîdên me yên qehreman ên PKK ew bi xwe ne. Diyar dike ku PKK rêxistinkirina bîranîna Hakî Karer e. Ji Hakî Karer heta Mazlûm, Kemal, Hayrî, Mehmet Karasûngûr û Mahsûm Korkmaz, heta Bêrîtan û Zîlan, ji Reşît û Sarayan heta Delal û Helmet artêşeke şehîdan a mezin derdikeve holê. Bi vî awayî li ser xeta Rêbertî û şehîdean xwe perwerde dike. PKK di sala 42’emîn de milîtaniya xeta Apoyî, şoreşgeriya fedaî û welatparêziya hevgirtî wê bêtir bi pêş bixe.

PKK zane xwe ji tinebûnê ava bike

PKK 41 salên têkoşîna xwe li hemberî dijwarî û bêderfetiyan derbas kiriye. Li hemberî êrîşên îmha û tasfiyeyê ya dewleta Tirk a mêtinger û qirker, her dem li ber xwe daye û dîrokê ev geşedan derxistiye holê. Ligel ev qas zext û dijwariyan dev ji xeta xwe ya hebûn û azadiyê bernedaye û jê bi dûr neketiye. PKK ne tevgera derfetên maddî yên mezin e, ew bûye tevgera dijwarî û bêderfetiyan. Her tiştê xwe bi têkoşînê bi dest xistiye. Ji ber vê jî divê nirxa destkeftiyên PKK baş were zanîn.

Ji bo yekîtiyê em ê bi erka xwe rabin

PKK di sala 42’emîn de ji bo geşkirina berxwedana azadiyê û avakirina yekîtiya demokratîk a Kurdan, careke din diyar dike ku wê peywirên dikeve ser milê xwe hemûyan pêk bîne. Li ser vî esasî em bang li partî û rêxistinên Kurdan, hunermend, ronakbîr, jin û ciwanên Kurdan hemûyan dike ku bila derfetan bibînin, li ser esasê Kongreya Neteweyî tifaq û yekîtiya xwe ava bikin û ji bo azadiyê bi hev re bixebitin.

Ev bûyerên dawîn diyar dike ku qedera gelê Kurd, ya gelên herêmê û ya mirovatiya bindest hemûyî wekî hev e. Qirkirin û mêtingeriya li ser Kurdistanê, Tirkiye di serî de li ser gelên Îran, Iraq û Sûriyeyê dibe faşîzm û pêkutî. Berevajî vê, têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ava kiriye, Tirkiye di serî de li Iraq, Îran û Sûriyeyê demokrasiyê bi pêş dixe û cîhaneke din a demokratîk ava dike.

Sala 42’an a PKK’ê wê bibe sala bibinketina têgihiştina faşîst, mêtinger û mêrserwer; têkoşîna azadî û demokrasiyê ya li ser xeta azadiya jinan were geşkirin. Têkoşîna azadiya Kurdistanê ya bi xeta azadî û têkoşîna Apoyî xwe ava kiriye, wê bêtir pêşengiyê ji têkoşîneke wisa re bike. "

 

ANF/BEHDÎNAN