YJA-STAR’ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku wan sala 2015’an bi rihê têkoşîn û berxwedanê pêşwazî kir û got: “Bi biryardariya misogerkirina azadiya gel û Rêberê me, me dest bi salê kir û li ser vê bingehê çalakî pêk anîn. Di nava salê de, polîtîkaya dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê ya înkar, tinekirin û asîmîlasyonê qet neguherî, tecrîdkirina Rêberê me hat girankirin û êrîşên li hemberî tevgera me hatin zêdekirin.”
‘Jin rastê şîdeta artêşa AKP’ê hat’
Fermandariyê ragihand ku li hemberî jinên Kurd ên bi daxwaza xwerêveberiyê û azadiya gelê Kurd têdikoşin, bi awayekî eşkere komkujî hatin kirin û got, “Dayikên me, jinên me, keçên me yên ciwan ên daxwaza mafên demokratîk kirin, rastî şîdeta polîs û artêşa AKP’ê tên.”
‘Em ê artêşa jinan mezin bikin’
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku weke artêşa gerîlayên jin a YJA Starê, li ser bingeha pêngava xwe ya şoreşgerî, tevî hemû êrîşên artêş û dewleta TC ên li hemberî qadên wan, ji bo azadiya xwe wan rêxistinbûyîna xwe ya xweser berfireh kiriye û hat gotin, “Weke arteşa jinê, bi çalakiyên xwe me hesab ji artêşa TC ya êrîşkar pirsîn, ji niha û pê ve jî em ê hesab bipirsin. Weke artêşeke jinan em ê xwe mezintir bikin.
Gerîlayên jin ên YJA-STAR’ê di hemû çalakiyên hêzên HPG’ê de bi mîsyona pêşengiyê cih girtin. Weke artêşa jinê, em bîlançoya şer a sala 2015’an bi gelê xwe û raya giştî re pave dikin.”
Li gorî daxuyaniyê, bîlançoya çalakiyên 2015’an bi vî rengî ye:
- 7 çalakiyên kontrola nasname û rê - 21 çalakiyên sûîqestê, 21 leşker hatin kuştin - 9 çalakiyên sabotajê: 51 leşker hatin kuştin - 7 çalakî: 11 leşker hatin kuştin - 5 caran şer derke, di encama van şeran de yek jê payebilind 23 leşker hatin kuştin - 5 maşînên zirxî hatin îmha kirin - 2 çalakiyên kemînê hatin lidarxistin, 2 leşker hatin kuştin - Şerê li Şengal, Kerkûk, Mexmûrê li dijî çeteyên DAIŞ‘ê de, di nava çalakiyên hêzên HPG’ê de bi awayekî aktîf cih girtin. Di van çalakiyan de 4 gerîlayê YJA-STAR’ê şehîd ketin
- Di şerê li hemberî artêşa Tirk de, 44 gerîlayên YJA-STAR’ê şehîd ketin - Li Rojhilatê Kurdistanê, di çalakiyên hêzên HPJ’ê yên li dijî rejîma Îranê de roleke aktîf lîstin. Di encama vê têkoşînê de 3 gerîlayên jin şehîd ketin - Di sala 2015’an de gerîlayên YJA-STAR’ê 56 çalakiyên xweser pêk anîn - 109 leşkerên hatin kuştin
- 33 leşker birîndar bûn - 51gerîlayên YJA-STAR’ê şehîd bûn
BEHDÎNAN