MURAT MANG / BÎELEFELD

Polîsên Elman bi hinceta pirtûk, ala û wêneyên qedexe doh sibehê saet di 06.00’an de deriyê Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Bîelefeldê şikandin û bi ser komelê de girtin.

Hate diyarkirin ku bi hêzeke mezin polîsan bi ser navendê de girtine û bi qasî 4 saetan li komelê geriyane û bi xwe re gelek pirtûk, hin wêne û alayên Kurdan birine.

Li ser qewimînê Navenda Civakî ya Kurdan a Bîelefeldê û hevserokên komelê Zeynep Alpboğa û Naif Alkiş daxuyanî dan û biserdegirtina polîsan şermezar kir. Di daxuyaniyê de îşaret bi wê yekê hate kirin ku polîsan xwepêşandaneke ji bo Efrînê ya ku nehatibû kirin jî ji xwe re kiriye hincet.

Her tişt serobino kirin

Hevseroka komelê diyar kir ku gava bi bûyerê hesiyaye demildest xwe gihandiye komelê û wiha peyivî:“Gava ez hatim komelê polîsan destûr neda ez bikevim komelê. Polîsan dest danî ser pirtûk, ala û wêneyê Serokê me yê ji sala 94 ve li komelê ye. Emê vê yekê qebûl nekin.“

   

Ketin komelê û paşî telefon kirin

Hevserokê din Naif Alkiş jî diyar kir ku wî ji polîsan pirsa qanûna nû kiriye û got:“Helbet elaqeya xwe bi qanûna nû re heye. Van ev yek beriya niha plan kirine. Hinceta wan rakirina alayên me di 8’Adarê de ye. Sibehê piştî derî dişikînin, dikevin hundir û li telefonî me dikin ku va ye li komelê ne. Ev yek bi serê xwe tiştekî sosret e. Tiştên xebero qedexene bi xwe re birin. Em vê yekê qebûl nakin. Cihê şermê ye ji bo demokrasiya Elmanya. Em ê bêdeng nemînin li dijî vê yekê.

Tehamûlî dostaniya bi Kurdan re nakin

Her hevserokên komelê jî di daxuyaniyê de îşaret bi kiryarên dewleta Elman tê kirin û daxuyanî wiha didome: “Polîsên Elmanyayê bi salan e saziyên Kurdan û çalakiyên wan ên siyasî û çandî dike hedef. Kesên ku piştgiriya Kurdan dikin jî dibin hedefa polîtîkayên krîmînalîzasyonê. Di meha Gulanê de ji ber ku di rojbûna 200’emîn a Karl Marx de alaya YPG/YPJ’ê vekiribû, têkildarî parlementera eyaletê ya Partiya Çepgir, Marjana Schottê lêpirsîn hatibû destpêkirin.“

Xwe li pirtûkên zarokan jî nagirin

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku beriya niha jî li polîsên Elman tehamûlî alayên Kurdan nekirine û wiha hate gotin:“Di meha Niîsanê de polîsên eyaleta Bayernê kesên ku alayên YPG û YPJ’ê li ser medyaya civakî parve kirine, ji xwe re kirin hedef.

Di heman demê de pirtûk û CDyên muzîkê jî dibin hedef. Di meha Adarê de polîsan girtibûn ser Weşanên Mezopotamyayê û Mîr Mûltîmedîayê û sê rojan lêgerîn pêk anîbûn. Di vê serdegirtinê de polîsan dest danîbû ser bi hezaran pirtûk, CD û arşîva stranan. Di heman demê de polîsan dest danîbûn ser ferhengên Kurdî-Elmanî û pirtûkên ji bo perwerdehiya zarokan jî. “