‘Em ê li vê derê, bi berpirsiyariya xwe rabin. Çapemeniyek heye ku hewl didin wê bêdeng bikin. Em ê jî bêdeng nebin û heta ji me tê, em ê dengê xwe bilindtir bikin.’

Di çend salên dawî de gelek saziyên ragihandinê yên wekî televîzyon, rojname, radyo hatin girtin û xebatkarên wan jî xistin zindanan. Yek ji wan jî Radyo Karacadag e ku hate girtin û xebatkarê wê Salih Erbekler bû ku 23 mehan di hepsê de ma. Salih Erbekler li dijî vê neheqiyê dibêje, “ Em ê ti carî bêdeng nebin û em ê dengê xwe bilindtir bikin.”

Radyo Karacadag a bi pirranî, guhdarên wê li Rihayê bûn, 30’ê Îlona 2016’an bi Biryara di Hukmê Qanûnê de (KHK) hate girtin. Xebatkarê wê Salih Erbekler 23 mehan bêyî ku zanibe bi çi tê sûcdarkirin, di hepsê de ma. Erbekler piştî bi 23 mehan hat berdan. Ew dibêje, ew hîna jî nizane bê ka çima evqasî di hepsê de maye.

Stran jî bû sûc!

Erbekler dibêje, bi serdegirtina mala xwe, hatiye girtin û binçavkirin û wiha dipeyive: “Di pêvajoya binçavan de pirs ji min kirin. Piştî hatim girtin û bi şûn ve min ne rûyê dozgerekî, dadgerekî dît û ne jî yê dadgehê. Ez dikarim bibêjim, bîlasebeb 23 mehan di girtîgehê de mam. Bernameyên di radyoyê de hatibûn weşandin û stranên hatibûn lêxistin ji min pirsîn. Qaşo me bi stranên lêxistî heqaret li serokkomar kiriye û propagandaya rêxistinê kiriye. Lê behsa kîjan stranê jî dikirin ji min re nedigotin. Min fêhm dikir ku derdê wan ew bû, min bixin hepsê. Ti delîleke berbiçav jî di destên wan de tinebû û tawanbarkirinên wan jî jixwe ne rast bûn.”

Ez jî beriya hefteyekê rojnamevanekî girtî bûm

Kedkarê çapemeniyê Salih Erbekler bi bîr dixe ku berê OHAL û KHK´yan jî li ser çapemeniya azad zext û zora îqtîdarê hebû wiha pê de diçe: “Berî bikevim hepsê, êriş li ser saziyên çapemeniya azad û xebatkarên wê hebûn. Bi pêvajoya OHAL’ê re ev êriş zêdetir bûn. Kes nikare nûçeyên li gorî dilê xwe çêke. Yên dixwazin jî tên astengkirin. Wan davêjin hepsan. Rojnamevan ji ber xebatên xwe yên rojnamevaniyê niha di zindanan de ne. Êrişên mezin li ser çapemeniya azad hene. Ez jî beriya hefteyekê rojnamevanekî girtî bûm. Ez hevî dikim ku hemû hempîşeyên me di demeke zû de serbest bibin. Em ê li vê derê, bi berpirsiyariya xwe rabin. Çapemeniyek heye ku hewl didin wê bêdeng bikin. Em ê jî bêdeng nebin û heta ji me tê, em ê dengê xwe bilindtir bikin.”

20MA/RIHA