Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê, diyar kir ku ew amade ne, di warê ‘siyasî û eskerî’ de bersivê bidin gefên êrişê yên dewleta Tirkiyeyê. 

Meclîsa Rêveber a Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê elaqedarî gefxwarinên dewleta Tirk ên li dijî kantona Efrînê, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de rêveberiyê got, “Ev demeke rayedar û berpirsên payebilind ên Tirk zimanê xwe li dijî Efrînê tûj dikin û gefan lê dixwin. Ew bi rêya dezgehên xwe yên çapemeniyê tehdîdan dikin û li dijî gelê me şerekî derûnî didin meşandin. Ew bi hincetên şerê terorê, dixwazin derbasî xaka Sûriyeyê bibin û dagirkeriya xwe rewa bikin.”


‘Hêza me ya berxwedanê heye’

Rêveberiya Xweser diyar kir ku Artêşa Tirk bi van daxuyaniyan, tevgera xwe ya li ser sînorê Bakurê Sûriyê zêde kiriye û gundên herêma Efrînê topbaran dike û dixwaze tirsê bixe nava dilê welatiyan, da ku dev ji xaka xwe berdin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Wekî Serokatiya Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê helwêsta me li hemberî van gef û daxuyaniyan diyar û zelal e. Em ê hem di warê siyasî û hem jî di warê eskerî de bersivê bidin. Hêza me heye ku em li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê bisekinin. Hêzên me di şerê li dijî terorê de xwe îsbat kirine û herêmên pirr berfireh ên Sûriyê ji qirêja terorê paqij kirine.”

Meclîsa Rêveber herê dawî bang li hêzên navnetewî kir ku bila bêdeng nemînin. 


EFRÎN