Em ê bersivê bidin bloka faşîst
Parlamenterê HDP’yî Faysal Sariyildiz li Mîlano bajarê Îtalyayê di civîna gel de ya li ser hilbijartinan axivî û got: “Di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de bersiva pêwîst wê ji bloka faşîst a AKP-MHP’ê re bê dayin.”
Li Ewrûpayê karê HDP’ê yê ji bo hilbijartinên 24’ê Hezîranê dewam dikin. Li bajarê Mîlano yê Îtalyayê civîna gel hate lidarxistin û parlamenterê HDP’yî Faysal Sariyildiz weke qiseker tevlî bû.
Civîn li saziya bi navê Arci Bellezzayê pêk hat û Sariyildiz pêvajoya siyasî nirxand. Sariyildiz bi bîr xist ku AKP’ê bi MHP’ê re eniyeke faşîst ava kiriye û bi komkujî û înkarkirina Kurdan re hewl dide li ser desthilatdariyê bimîne.
Sariyildiz da xuyakirin ku Kurdan bi berxwedanê hemû êrîş pûç kirine û got, di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de wê tevî şoreşger û sosyalîstên Tirkiyeyî bersiva pêwîst bidin. n ANF/MÎLANO