
Piştî du qonaxên destpêkê, 4’ê Sibatê bi daxwiyaniyeke odeya çalakiyê hat eşkerekirin qonaxa sêyem a Pêngava Xezeba Firatê a ji bo rizgarkirina Reqayê dest pê kiriye.
Li ser giştî pêngava Xezeba Firatê û herwiha pêngava sêyemîn berdevk û fermandarên hêzên Suriya Demokratîk QSD’ê û fermandarên Odeya Operasyonê ya Pêngava Xezeba Firatê ji ajansên ANHA û ANF´ê re peyivîn.
Berdevka odeya çalakiyê ya Xezeba Firatê Cîhan Ehmed diyar kir ku wan heta niha bi sedan gund û bajar rizgar kirine û niha jî ji bo azadkirina başûrê Reqayê dest bi pêngava sêyemîn kiriye. Ehmed dibêje, “Di 25’ê Çile de me rojavayê bajarê Reqa rizgar kir. Ev cihekî stratejîk bû û pir berfireh bû. Pêngava duyemîn di mekanekî stratejîk de hate despêkirin û her wiha bajarên ku hatin rizgarkirin jî bajarên stratejîk yên di destê DAIŞ’ê de bûn. Bajarên wek Mahmûdê, Sûwediyê û Qela Cabir Hatin rizgarkirin. Li Rojavayê Reqa me bi sedan gund rizgar kirin. Her wiha giştî di pêngava yekemîn û duyemîn de me bi sedean gund rizgar kirin. Herwiha di van pêngavan de me bi hezaran mirov ji DAIŞ rizgar kirin. Piştî rizgarkirina gundan, ev gund ji mayîna hatin paqijkirin. Di pêngava duyemîn de gel zivirî cihê xwe. Ji van gundan bi sedan keç û xort tevlî nav refên QSD’ê bûn. Me ew perwerde kirin û niha jî ew tevlê pêngava sêyemîn dibin.”
Keç û xortên Reqayî tevlî operasyonê dibin
Fermandar Rojda Felat jî anî ziman ku pêngava yekem û duyem ên hemleya rizgarkirina Reqayê serketî derbas bûn û wiha pê de çû: ″Pêngava sêyem a Hemleya Xezeba Firatê bi du baskan, baskê yekem ji başûrê Bajarokê Silokê û yê duyem jî ji Rojhilatê Reqayê, dest pê bike. Şervan li her baskekî bi kîlometran bi pêş ve çûne.″
Rojda Felat da zanîn ku wan amedekariyên mezin ji bo destpêkirina pêngava 3′yem a hemleyê kirine, gelek şervanên Ereb tevlî Hêzên QSD′ê bûne, perwerde bûne û beşdarî çeperên berxwendanê bûne.″
Fermandar Rojda Felat di dawiya axaftina xwe de ev peyam da: ″Baweriya me xurte ku di pêngava nû de serkeftinên pirr mezin wê werin bidestxistin. Di pêngava sêyem de bajarê Reqayê tê dorpêçkirin û dor li çeteyên DAIŞ′ê tê girtin.″
Fermandar Telal Silo jî diyar kir ku hejmara şervanên Ereb ên herêmên derdora Reqayê ku beşdarî hemleyê bûne 4 hezar e û wiha domand: ″Ciwanên Reqayê yên ku beşdarî hemleyê bûn ji aliyê Koalisyona Navneteweyî ve hatin perwerdekirin. Hêviya me heye ku dê Emerîka bi awayekî xurt piştgiriya hêzên me bike.″
Telal Silo di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku QSD weke hêzeke fermî li ser axa Bakurê Sûriyê ye û li dijî çeteyên DAIŞ′ê şer dike û serketinan bi dest dixe.
Ruhê Kobanê û qonaxa sêyem
Berdevkê fermî yê meclîsa leşkerî ya Minbicê, Şervan Dewrêş jî li ser pêngava Xezeba Firatê nihêrînên xwe wiha tîne ziman; “Piştî serketinên pêngava yekemîn û duyemîn, pêngava sêyemîn dest pê kir. Armanca vê pêngavê jî dorpeçkirina bajarê Reqayê ye. Ev merhele jixwe ji hev ne qut in, di nav hevdu de pêk tên. Jixwe, merheleya me ya duyemîn jî neqediya ye, em ya sêyemîn dest pê dikin. Gelek hêz tevlî vê pêngavê dibin. Tevlîbûnek mezin heye. Jixwe, gelên ku hê di bin zilma DAIŞ’ê de ne, hêvî û bendewariyeke wan ya mezin ji me heye. Rojane bangawaziya wan gelan jî ji bo me heye. Ji xwe ji ber daxwazî û bangawaziyên pêkhateyên heremê û eşîrên Ereb ev hêz hatiye avakirin.
Li ser vê piştgiriyek zêde ya peymana navneteweyî jî zêdetir bûye, him li ser erdê û him hewayî zêdetir bûye. Wek hêz serkeftinên me yên wek ku di rizgarkirin û serkeftina Kobanê de dest pê kiriye û ew giyanê ku li Kobanê hat avakirin di avakirina Hêzên Demokratîk yên Sûriyê de jî bûye bingeh. Ev rih heta niha ti carî têk neçûye.”
Piştgiriya QSD´ê zêde bikin
Fermandarê pêngava Xezeba Firatê Ebdilqadir Hevdellî jî dibêje, DAIŞ ji bo hemû cîhanê xeter e, ji ber ber vê jî pêwîst e hemû hêzên dijî terorê alîkarî û piştgiriya xwe ji bo wan zêdetir bikin. Hevdellî wiha berdewam dike; “Ji heyva dehê ya sala 2016’an ve pêngava giştî rizgarkirina Reqa dest pê kir. Hêza me ya leşkerî gelek zêde ye, li ser vê bingehê jî ev pêngavên ku hatine dest pê kirin, armanca xwe bi giştî rizgarkirina bakurê Reqa ye. Di vê pêngavê de taybet ji aliyê hêzên dijî terorê alîkarî berê jî dihat kirin lê di vê pêngava sêyem de zêdetir di warê alîkariyê de gav hatin avêtin. Hin erebeyên leşkerî dan. Her çiqas di warê hijmar de ev erebe kêm bin jî lê dîsa jî em wek gavên baş dibînin. Li ser vê bingehê ez di wê baweriyê de me ku ev alîkarî û pişgiriyên hê bêtir bên dayîn. Di vê pêngavê de tiştek pirr eşkere derket holê; gelên heremê bi awayekî vekirî û bi kêfxweşiyeke mezin pêşwaziya hêzên me dike, tevlî vê pêngavê dibe ku gund û bajarên xwe rizgar bike. Di vir de nêzî 3-4 hezar însan tevlî QSD´ê bûne û dest bi pêngavê kirine. Ez bawer dikim ev tevlîbûn wê pêş bikeve.”
Eşîrên Reqayê piştgiriya Hêzên QSD’ê dikin

Şêxên eşîrên mezin ên Reqayê jî di pêngava sêyem a hemleya Xezeba Firatê de, pêşgirtiya Hêzên QSD′ê dikin.
Şêxê eşîreya Tirkem abajarê Reqayê Esaad Beşîr Yasîn got, ji destpêka hemleya Xezeba Firatê ve, hêviya wan e ku hemle serketî be û wiha pê de çû: ″Bi destpêkirina qonaxa sêyem a hemleyê re hêviya me bi Hêzên QSD′ê mezintir bû. Em ê piştgiriya QSD′ê bikin, da tevahiya bakurê Sûriyê rizgar bike.″
Yasîn da zanîn ku hemû gelê Bakurê Sûriyê ku zilm û zordariya çeteyên DAIŞ′ê dîtin di nava heyecan û coşeke mezin de ne ku tevlî hêzên QSD′ê bibin û DAIŞ′ê tine bikin. Şêx Esaad Beşîr Yasîn di dawiya axaftina xwe de ev hêvî kir: ″Ez hêvî dikim ku pêngava sêyem destpêka tinekirina hemû hêzên terorîst li Bakurê Sûriyê be.″
Şêxê Eşîra Ereb a Heneda Îbrahîm Îsa El-Hindawî diyar kir ku di hemû hemleyên hêzên QSD′ê de hazir bûn, serkêş bûn, serketî bûn û gelek gund û bajar hatin rizgarkirin. Şêx wiha domand: ″Baweriya tevahiya gelên herêma Bakurê Sûriyê bi Hêzên QSD′ê zêde dibe.″
El-Hindawî got, piştî ku meydaneke mezin ji çeteyên DAIŞ′ê hat rizgarkirin, êdî tevahiya eşîrên mezin ên herêmê piştgiriya Hêzên QSD′ê dikin.
El-Hindawî bang li hemû eşîrên bakurê Sûriyê kir ku bi hemû derfetên xwe piştgiriya Hêzên QSD′ê bikin, da herêm ewle bibe. El-Hindawî got: ″250 ciwanên eşîra me li gel şervanên QSD′ê şerê DAIŞ′ê dikin.″
Şêx Îbrahîm Îsa El-Hindawî di dawiya axaftina xwe de got ku ew bi serkeftinên Hêzên QSD′ê pirr kêfxweş in.
NAVENDA NÛÇEYAN