Doh Şaxa Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê li Silêmaniyê serdana Ofîsa parlamentoya Herêma Kurditanê li bajarê Silêmaniyê kirin. Piştî civîna bi Ofîsê re mamosteyan daxuyanî dan çapemeniyê. Di civîna çapemeniyê de hat gotin ku ew ê der barê rewşa mamosteyan de di rojên pêş de bi aliyên siyasî, walî û Meclîsa Walîtiya Silêmaniyê re bicivin.
Der barê destpêkirina sala nû ya perwerdeyê de jî hat gotin: “Şertê sereke yê destpêkirina perwerdeyê bicih anîna daxwazên mamosteyan e. Heta hikûmet bersiva daxwazên mamosteyan nede, ew ê boykotê bidomînin.”
Perwerdeya îsal li Başûrê Kurdistanê sekiniye û mamoste di boykotê de ne. Wezîrê Perwerdehiya Bilind ê Herêma Kurdistanê li beranber daxwazên mamosteyan ragihandibû ku divê mamoste dawî li boykota xwe bînin. Wezîr dabû zanîn ku wê pergala perwerdeyê zirarê bibîne.
SILÊMANÎ