LUQMAN GULDIVÊ


Li Îranê piştî 12. hilbijartinên serokkomariyê û 5. hilbijartinên meclîsên bajar û gundan, li hin aliyan ji ber serketina qaşo reformxwazekî hêvî werin pif dan jî di siyaseta Kurd de bêhtir temkîn serwer e. Nûnerê Ewrûpa yê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Şêrzad Kemanger ji bo hilbijartinan û beşdariyê peyva sextekarî bi kar anî û got, hêviya wan nîne ku rejîm guhertinên civakî û siyasî bike ku derfetê bide siyaseteke demokratîk. Kemanger got, weke PJAK a amade ne bi siyaseta demokratîk jî bi rêbazên din jî xwedî li vîna gelê Kurd derkevin û çarenûsa xwe bi diyar bikin. Kemanger wiha bersiv da pirsên me yên li ser hilbijartinên li Îranê.


Hûn hilbijartinên serokkomariya Îranê bi giştî çawa dinirxînin? Ji bo Kurdan û hindikahiyan wê ji bi xwe re bîne, çi bibe? 

Beriya niha hilbijartinên serokkomariyê û yên meclîsên gund û bajaran ji hev cihê bi rê ve diçûn, lê niha weke rêbazeke ev bi pêş ve birin ku her du hilbijartinan bi hev re bikin. sdem jî ew e ku beşdariya li hilbijartinan zêde bikin. Herçî hilbijartinên serokkomariyê bûn, 1700 bernamzet hebûn, ji van 5-6 kes (ji aliyê Şûraya Negahbanê Qanûnê Îslamî û Desteya Pisporan ve) hatin erêkirin. Ji bo namzetiyê parzûnên cihê yên rejîmê hene. Mesela jin nikare bibe namzetê serokkomariyê. Kesekî ne rayedarê rejîma heyîbe, bi salan e di parzûna rejîmê re derbas nebûyî be nikare bibe namzetê serokkomariyê. Ji ber wê jî ji berê de namzetên serokkomariyê di parzûnên cihê re derbas bûne, di qetlîamên li dijî ser gel de cih girtine. 

Li ser vî esasî mirov nikare behsa hilbijartinên azad bike. Rejîm çend kesan ji bo xwe diyar dike, yên xirab û xirabtir datînin pêşiya gel. Di vê hilbijartinê de Rohanî û Reîsî anîn. Reîsî di sala 1986´an de di komkujiya li dijî 7 hezar girtiyên siyasî de ku sê mehan dewam kir, cih girtiye. Ji gel re gotin, yan Rûhanî yan jî ev qatil. Ev ji bo beşdariyê zêde bike bû, beşdarî jî ji bo rewabûna navneteweyî ye. 

Di hilbijartinan de Rûhanî hat hilbijartin. Rûhanî di hilbijartinên berê de ji bo çi hat hilbijartin? Îran di warê navneteweyî de di qeyranekê re derbas dibû, nexasim di meseleya çekên nukleerî de. Rûhanî bi tifaqa qaşo reformxwaz û mihafezekaran hat hilbijartin da ku di asta navneteweyî de di mijara nukleerê de hem demê bide rejîmê û hem jî di warê dîplomatîk de deriyekî jê re veke. Ew proje nîvî ma, li aliyê din jî Trump heye. Li hemberî vê rewşê nikarin mihafezekarekî bînin ku şerekî çêke. Diviyabû nermiyek bibe, li ser vî esasî diviyabû Rûhanî bihata.


Piştî hilbijartina Rûhanî gelo muhtemel e reform werin kirin?

Qeten û eslen tiştekî wisa wê mumkin nebe. Di nav mohleta çar salên bihurî de sozên berê dayî îafde nekirin, behsa wan nekir. Yek gav jî neavêt. Ango di asta ku di nava desthilatdarî û rejîmê de guhertinê çêke hîç nebû. Herçî hindikahiyên civakî, etnîk, neteweyî û dînî ne, ne ku li ber çavan negirtin, bi ser de jî zilm û zorî li dijî wan zêdetir bû. Li aliyê din her cara ku serokkomarî tê guhertin îdam zêdetir dibe. Ew bi nav reformîst e, reformîstê ku rejîmê ji her kesî bêhtir diparêze. Raste di navbera wan de şerekî desthilatdariyê heye, lê belê ew mixalefet ne ji bo guhertineke civakî û siyasî ya li Îranê ye. Ji xwe Lîderê Rûhanî yê rejîmê Elî Xamaney beriya hilbijartinê got, girîng nîne kî tê hilbijartin, ya girîng ew e kî rejîmê diparêze û gel biçe ser sindoqan. Wî her wiha got, divê serokkomar qet behsa komên etnîk, neteweyî û dînî neke, ji ber ku ev dibe sedema parçebûna Îranê. 


Partiya we PJAK´ê tevî gelek rêxistin û partiyên siyasî banga boykotê kir. Gelo xelkê bi ya we kir?

Di hilbijartin bi hev re hatin lidarxistin. Me banga boykotkirina hilbijartinên serokkomariyê kir. Herçî meclîsên gund û bajaran in, li wir gel temrîn dike ku helwêsta xwe ya ya birêvebirina xwe nîşan bide, karibe gavê biavêje. Me xwe xweş îfade kir, li aliyekî muxatebê gelê me bû û li aliyê din jî dijberê me dewlet bû. Ji ber wê di hilnijartinên meclîsên gund û bajaran de me xwest gelê me wan namezetên ne girêdayî rejîmê û welatparêz hilbijêre. Rastî ew e ku xelk beşdarî van hilbijartinan bû. Herçî hilbijartinên serokkomariyê ye, sedema beşdariyê tirsa ji komkujer Reîsî bû.

Li aliyê din li Îranê rewşeke wisa heye, dema ku hûn beşdarî hilbijartinan nebin, siberojê li zanîngehan li meydana fermî ya kar, li nava civakê de cihê we nîne. Gefan bi vê yekê li xelkê dixwe. 


Li ber destê we dane hene,li bajarên Kurdistanê beşdarî çawa çêbû di hilbijartinên serokkomariyê de?

Daneyên fermî hatin eşkerekirin, lê ew ne rast in. Heta sextekarî heye. Weke nimûne  li hin bajarên Îranê li gorî van daneyan rêjeyên beşdariyê yên ecayîb û sosret hene. Li hin bajaran li ser malpera fermî hatiye ragihandin ku beşdarî ji sedî 107,5 e. Herçî Kurdistan e, fermî gotine beşdarî ji sedî 59 e, li Kirmanşanê ji sedî 70 ye filan. Lê belê ev rêje ne tenê ya beşdarbûna hilbijartinên serokkomariyê ye. Ev beşdarbûna meclîsên gund û bajaran e. Li vir her kes beşdar dibe, ji ber ku li wir reqabetek heye.

Rêjeyên her du hilbijartinan ji hev qut nekirine, hemû bi hev re ragihandine.    


Li ber destê we ji çavkaniyên herêmî agahî hene? Boykot çi qasî serketî bû? 

Li gorî rasiyê di navbera ji sedî 30 ta 40´î boykotkirin li Kurdistanê çêbûye. Li Îranê jî boykot hebû, tevî ku ji ber hilbijartinên meclîsên gund û bajaran ev rêje kêm bûbe jî.


Hûn weke PJAK´ê encamên hilbijartina Rûhanî çawa dinirxînin? Nexasim ji bo netewe û cemaetên dînî yên hindikahî?

Guhertin wê ji bo hindikhaiyan nebe. Îran bi êrişekê re rû bi rû ye. Ew civîna welatên Ereb a rojekê piştî hilbijartinan jî nîşana wê yekê bû ku ev êriş wê dewam bike. Bi her halî em li bendê nînin rejîm azadiyê weke diyardeyekê li ber me deyne. Emê bi têkoşîna xwe azadiyê bi dest bixin. Ango em dixwazin têkoşîna xwe heta ku mumkin e bi awayekî demokratîk bi pêş bixin. Lê heger Îran di siyaseta hişk û qirker de israr dike, hema roja piştî hilbijartinan biryara îdamkirina girtiyekî siyasî piştî heft salan erê dike, ew endamê tevgera azadiyê ye; em weke gelê Kurd dikarin gavên dîrokî biavêjin û çarenûsa xwe diyar bikin. Em ê li hemberî rejîmê biryardar têbikoşin. Em bawer nakin ku li Îranê êdî guhertinek çêbe, ji ber ku di xwe de bi israr e.


Zextên li dijî hilbijêran çi bûn, wekî din ew biryara erêkirina îdama girtiyên siyasî, gelo mirov dikare weke bersiveke helwêsta gel a boykotê li herêmên Kurdistanê binirxîne? 

Niha hin dîmen li raya giştî jî vekirî belav bûne; di wan dîmenan de xwendekarên zanîngehan hatine ber sindoqan, tevî ku sindoq hatine girtin û dibêjin, “Em naxwazin deng bidin, lê belê mohrê deynin ser nasnameyên me ku bibêjin em beşdar bûne. Lewma ev yek çarenûsa me diyar dike. Ev nîşan dide ku xelk di bin zexatan de beşdarî hilbijartinan dibe. Gel çarenûsa xwe di her meydana siyasî û civakî de hewl dide çarenûsa xwe diyar bike. Em li bendê ne ka meydana navneteweyî çi bersivê dide. Me li Erebistana Siûdî dît, îhtîmala destwerdanê gelek e. Di hundir de jî heger krîza heyî kûrtir bike wê çi bibe? Muhtemel e ku ji Sûriyê jî xirabtir lê were. Îran welatekî pirrreng e, wek Rojhilata Navîneke pişûk e. Em dikarin bibêjin, gava ku krîz bigihîje Îranê, hingê pêşîgirtina li Şerê Cîhanê yê Sêyemîn li Îranê dest pê dike bi vî rengî. Helbet ev girêdayî helwêsta rejîmê ye. Heger diyalogê bike li gel hemû netewe û nasnameyan û pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser bike. Lê ya niha dide der ew e ku tiştekî bi vî rengî tine.


Em têkoşîna azadiyê dewam dikin

Encamên hilbijartinên meclîsên gund û bajaran mirov ji bo Kurdan çawa dikare binirxîne?

Xelkê li Kurdistanê, li hin mintiqeyên Îlam û Kirmanşanê karî hin namzetên alîgirên azadiyan, hin kesên welatparêz û dilsoz bidin hilbijartin. Berê kesên elaqeya wan bi civakê û pirsgirêkên gel re nebûn didan hilbijartin. Lê îro kesên di nava civakê de di warê fikrî û siyasî de xuya, karîbûn bikevin meclîsan. Ji bo nimûne, li Merîwanê lîsteya navçê ji aliyê berpirsê rejîmê ve hat diyarkirin ku tê de alîgirên rejîmê hebûn. Xelkê ev qebûl nekir, roj û nîvekê li kolan û meydanan ma û lîsteya hilbijartî da qebûlkirin. Li Merîwanê rejîmê jî tawîz da.

Li aliyê din heta bi bakur û başûrê Îlamê jî xelkê karî hin kesan bixin meclîsan. Û yên ku nekarîn bên hilbijartin jî ketin nava xebatê û temrîna wê yekê kirin ku vîn û daxwazên xwe îfade bikin. Xelkê jî ev hewldanên ji bo siberoj û çarenûsa xwe dîtin.

PJAK weke partiyeke siyasî ya Kurdistanî, hûn xwe ji çi re amade dikin? 

Helwêsteke me ya klasîk nîne. Ango em nabêjin, tenê şer, yan jî tenê diyalog. Di têkoşîna me ya azadiyê ya li Rojhilata Kurdistanê de em ji bo şer û aştiyê di heman demê de amade ne. Em niha di wê qonaxê de ne ku bersiva misyona çareserkirina pirsgirêka Kurd di çarçoveya statuya xwe ya siyasî de bidin. Li aliyê din em ji bo parastina gelê xwe li herêmê û nexasim li Rojhilatê Kurdistanê jî amade ne. Em ji bo diyarkirina çarenûsa xwe di her şert û mercî de jî amade ne. Me xwe ji her rewşê re amade kiriye, me gav avêtine û em ê gavên zêdetir jî biavêjin.