Amed Şêxo: Êrişên li dijî Rojava li dijî Rêber Apo û projeya wî ne. Bila hêzên êrişê dibin ser Rojava zanibin, statuya Rojava îro ji her gavê xurttir e. Her ku statuya me xurt dibe, azadiya Rêber Apo jî nêzîk dibe.

Matt Nathan:  Em pê hisiyan ka fikrên Ocalan ji bo gelên herêmê çi qasî girîng in. Heger em doza aştî, heq û azadiyê dikin, wê demê divê em li ber rabin û nehêlin Ocalan bi awayekî neheq di hepsê de bimîne.

Demir Çelîk: Em dikarin faşîzmê bi berxwedanê, bi têkoşînê û bi serhildanan têk bibin. Heger em dixwazin faşîzma Erdogan têk bibin, li Kurdistana azad bijîn, hingê em ê li ber xwe bidin.

ERKAN GULBAHCE / MAASTRİCHT

Kurdistaniyên li Ewrûpayê û dostên wan bi slogana “Statu ji Rjava re û Ji Ocalan re azadî” şemiyê di bin tava roja havîneke dereng de civanê xwe yê mezin kirin. Li bajarê Holandayê Maastrichtê bi dehhezaran kes hatin cem hev û bûn beşdarên şahî û hevgirtina gelan. Di civanê mezin de peyama, dawî li dagirkeriya bi qeyûman bînin jî hat dayîn.

Platforma Piştgiriya bi Rojava re, KCDK-E, AvEG-KOM, KON-MED, ATÎK û SYKP jî di nav de gelek rêxistinan bi hev re ev civanê hanê organîze kir. Di axaftinên li Parka Guesselt a Maastrichtê de yek tişt derket pêş: berxwendan li dijî faşîzma dewleta Tirk wê bi ser keve. Kurdistanî ji Elmanya, Fransa, Swîsre, Holanda, Belçîka, Awusturya û gelek welatên Ewrûpa beşdarî vî civanê mezin bûn.

Bi sedan kesî ji bo pirsgirêk ji bo mêvan û beşdaran çênebin wezîfe kir. Dika bernameyên çandî û siyasî jî bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, şîara “Statu ji Rojava re û Ji Ocalan re Azadî”, pankartên li ser wan nivîsandî “Em faşîzmê têk bibin, Ocalan azad bikin, ji Rojava re statu û ji qeyûman re na” û “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu” hatin daliqandin. Kurdistaniyan û dostên wan jî bi sedan alayên PKK, KCK, YPG, YPJ´ê û wêneyên Ocalan hilgirtin.

Îsal dezgehên xwarinê, dezgehên koperatîfan, dezgehên kîtaban û dezgehên CÎK, FEDA, Heyva Sor, rêxistinên piştgirê Tevgera Azadiya Kurdistanê yên Elman û Tirk jî bi rehetî karîbûn bên danîn û beşdar li hemûyan karîn bigerin.

   

Em azadiyê ji Ocalan re dixwazin

Di axaftinan de piştgiriya navneteweyî, berxwedana li dijî faşîzmê û mîhtingeriyê, û peyama serketinê derketin pêş. Li ser navê Yekîtiya Sendîkayên Ingilîstanê (TUC) ji sendîkaya UNITE Matt Nathan li ser navê Kampanyaya Freedom for Ocalan (Ji Ocalan re Azadî) peyama piştgiriyê da.

Matt Nathan got, ew ji rêûresmekê tê ku ji Filistîn, Kolombiya heta bi Başûrê Efrîkayê, bi têkoşînên heq ên gelan piştgiriya xwe nîşan daye û ji ber vê jî ew serbilind e: “Di navbera me û berxwedêran de ti sînor nînin. Ji ber wê jî em têkoşîna Kurdan, şerê Kurdan weke yê xwe dibînin. Me dît ku gelê Kurd îlhama berxwedanê ji felsefeya berxwedanê ya Abdullah Ocalan werdigire. Em pê hisiyan ka fikrên Ocalan ji bo gelên herêmê çi qasî girîng in. Heger em doza aştî, heq û azadiyê dikin, wê demê divê em li ber rabin û nehêlin Ocalan bi awayekî neheq di hepsê de bimîne. Di dawiya kongreya salane ya TUC´ê de 600 delegeyên nûnerê 6 milyon endamên sendîkayan posterên Ocalan hilgirtin û wan got, ´Em azadiyê ji Ocalan re dixwazin´.”    

´Statuya Rojava xurt dibe Azadiya Rêber Apo nêzîk dibe´

   

Li ser navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Amed Şêxo jî ji xelkê re peyivî û got, “Li Rojava şoreşek çêbû. Bila her kes zanibe ku ev şoreşa li Rojava kat dayî, Rêber Apo beriya bi deh salan tovê wê çandibû. Rojava rengê pratîka projeya Rêber Apo ye. Êrişên li dijî Rojava li dijî Rêber Apo û projeya wî ne. Êrişên li dijî çar parçeyên Kurdistanê bi hev ve girêdayî ne. Bila hêzên êrişê dibin ser Rojava zanibin, statuya Rojava îro ji her gavê xurttir e. Her ku statuya me xurt dibe, azadiya Rêber Apo jî nêzîk dibe. Rojava nirxê Kurdan hemûyan e.”

   

Berxwedana topyekûn a Kurdan

Li ser navê KCDK-E´yê jî Demir Çelîk peyivî û got, “Berxwedana topyekûn a gelê Kurd êdî destan e. Em dikarin faşîzmê bi berxwedanê, bi têkoşînê û bi serhildanan têk bibin. Heger em dixwazin faşîzma Erdogan têk bibin, li Kurdistana azad bijîn, hingê em ê li ber xwe bidin. Dem a azadkirina Rêber Apo, avakirina Kurdistanê û misogerkirina statuya Rojava ye.”   

   

Faşîzm wê hilweşe

Parlamnetera HDP´ê ya Mûşê, Gulistan Kiliç Koçyigit jî ji xelkê re peyivî û got, “Faşîzma AKP´MHP´ê ji bo ku ser bibinketina xwe ya 25´ê Hezîranê bigirin, berê êrişên xwe dan Kurdan. Bila bi vê zanibin, ne Kurdek û ne jî miletek heye ku li ber wan çong dayne. Erdogan û rejîma wî hildiweşin, xwe bi siyaseta qeyûman digirin. Lê ti kes wê nikaribe pêşiyê li hilweşêna wan bigire.

Bernameyeke dewlemend a çandî

   

Di bernameya çandî de Hunermenda Oksîtan (li başûrê Fransayê) Elenora  Fourniau û hevala wê ya Lehî Petra Nachtmanova stranên Kurdî gotin. Li ser kêf û coşa xelkê jî slogana “Jin Jiyan Azadî” gotin.

         

Ferhat Tunç jî di bernameya çandî de derket ser dikê. Serhedo nexasim jî ciwan kişandin ber bi pêşiya dikê ve û ji wan re du stranên xwe yên nû jî gotin. Hozan Comerd bi stranên xwe yên şoreşger û Kurdistanî bû rengekî xweser ê bernameya çandî. Herî dawî jî koma Babetna stranên ku nifş bi xwe girêdane yên Kurdî û hin zimanên din bi awayekî serketî ji nû ve got û bû fînaleke serketî ya bernameya çandî.

       

Beriya wan jî koma TEV-ÇAND´ê ya govendê ya ji 30 kesan ji çar parçeyên Kurdistanê govend nîşanî beşdaran dan.

   

Hunermend Amele û Remo Can jî bi minyatura Kurdistanê danîn, konê reş ê Kurmancî vedan û bûn yek ji mekanên Kurdistaniyan herî zêde bala xwe da ser.

  Foto: ŞAHİN BOZLAR/M.ZAHİT EKİNCİ/ERKAN GÜLBAHÇE/MURAT MANG