Kurdên li Başûrê Fransayê, Newroza xwe ya îsal bi dirûşma “Em ê tecrîdê ji holê rakin, Ocalan azad bikin” li Marsilyayê bi beşdariya bêhtirî hezar kesî pîroz kir.
Çalakiya Newrozê bi rêzgirtina ji bo bîranîna Zehra Saglam, Zulkuf Gezen û Ayten Beçet ên li dijî tecrîdê çalakiya fedayî kirî, dest pê kir.
Li ser dika li hola pîrozbahiyê, bi pankarteke mezin doza azadiya Abdullah Ocalan hat kirin.
Fethî Korûkçû bi navê komîteya amadekar axivî û bang li Kurdistaniyên li Marsilyayê kir ku bi ruhê serhildanê xwedî li pêvajoyê derkevin.
Siyasetvanê Kurd Xebat Ocalan piştre axivî û got, “Berdêla xwe çi dibe bila bibe, em ê dawî li tecrîdkirina Rêber Apo bînin.” Xebat Ocalan bang li Kurdistaniyan kir ku beşdarî çalakiya greva birçîbûnê ya 5 rojan a li pêşiya Konseya Ewrûpayê ya li Strasbourgê bibin.
Di şevê de peyamên Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan û Tevgera Ciwanan a Marsilyayê hate xwendin.
Her wiha peyama bi dîmen a Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik hate nîşandan.
Di pîrozbahiyê de Hozan Menal, Alî Agirê Jiyan, Rojda Bîter û Hozan Arhat derketin ser dikê û hunerê xwe pêşkêş kirin.
MARSÎLYA