” Xwendekara Zanîngehê Werda Tahir Qadir got, divê destûra nû nûneriya wekheviyê bike, mafê jinan werin misogerkirin û wiha axivî: “Ez dixwazim didestûra nû de mafê jin û mêran wekhev be.”




“Divê jin bi kotaya wekhev beşdar bibin”


Luwa Mihemed jî bi lêv kir ku divê di nava 21 kesên ji bo komîsyonê hatin diyarkirin, jin bi awayekî wekhev cîhê xwe bigirin û wiha dewam kir: “Pirranî parlemana me ji parlemanterên mêr pêk tê. Mixabin li cihê demokrasiyê zêdetir welatê me ber bi diktatoriyê ve diçe. Heger jin destûrê amade bike ez bawer dikim ku dê jiyaneke wekhev û demokratîk ava bibe.”



‘Dema ku jin bi hêz bibin kes nikare pêşî bigire’


Lawa Wahid jî cîhgirtina jinan di amadekirina destûrê de giring dibîne û dibêje: “Ez jî beriya her tiştî destûreke ku wekheviya jin û mêran bingeh digire, dixwazim. Li Kurdistanê di guherînan de ji mêran zêdetir rola jinan heye. Divê di çêkirina destûra nû de jî jin pêşengiyê bikin. Divê nîvê komisyonê jin bin.”
Xwendekarên Zanîngehê Hêro Abdurahman, Suma Rizgar û Lana Abdulah jî xwestin ku di destûra nû de mafê jinan bê misogerkirin. Xwendekaran xwest zewaca di temenê biçuk de bê qedexekirin.


NEWROZ DIJWAR