Hevserokê KURDÎ-DER’ê Alî Erdemîrcî der barê xebat û armanca komelên xwe de axivî. Erdemîrcî diyar kir ku di dema pêvajoya damezrandina Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî (TZP-Kurdî) de polîtîkayên bişavtinê bi dijwarî li ser gel dihat meşandin û got, ji bo bipêşketina zimanê Kurdî li Stenbol û Amedê enstîtuyên Kurdî hatin avakirin, herî dawî jî KURDÎ-DER hat avakirin. 


‘Êdî kurs kafî nînin’


Erdemîrcî got, heta niha xebatên gelekî bi nirx hatine meşandin û di aliyê perwerdehiyê de gihîştiye astekê û wiha pê de çû: “Ziman tenê li kursan were dayîn û tenê axaftin, têrê nakê.” Erdemîrcî bal kişand ser vekirina dibistanên seretayî yên ku par li Amed, Gever û Cizîrê vekirin û got, ev dibistan ji bo avakirina bingeha perwerdehiyê gelekî girîng in. 


‘Qedexe bidome em ê qanûnan nehesibînin’


Erdemîrcî daxuyand ku ev dibistan di statuya “dibistanên taybet” de ne û li dibistanên taybet di hin dersan de perwerdehiya ziman tê dayîn. Erdemîrcî anî ziman ku zimanê neteweyekê li dibistanên taybet hil nayê û wiha dewam kir: “Her wiha perwerdehiya Kurdî ne tenê li dibistanan li zanîngehan jî heye. Piştî zanîngeha vê carê mijara bicihkirina vê heye. Heke ev pêk neyên, qedexekirin bidomin, em ê bi awayekî defakto pergala xwe ya perwerdehiyê ava bikin.”



‘Em ê pergala xwe ava bikin’

Erdemîrcî ragihand ku têkoşîna wan li hemû waran bênavber didome û da zanîn ku ev têkoşîna wan dê pêşiya hemû zimanên Tirkiyeyê veke. Erdemîrcî anî ziman ku kesên ku wan nas nekin ew ê jî wan nas nekin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê gav bi gav pêş bikevin û pergala xwe ya perwerdehiyê ava bikin.”




KADRÎ OZKAN/
DÎHA/AMED