Bi fermana Serokomarê Tirk Tayyip Erdogan 9’ê Cotmehê li dijî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi êrîşa dagirkirinê kir. Niha şer hem li herêma Girê Spî û hem jî li Serêkanîyê zêde bûye. Pêkhateyên Bakûr û Rohilatê Sûrî hemû tevî şervanên xwe li dijî dagirkeran di nava berxwedanê de ne. Yek ji wan berxwedêran jî sembola Kobanê Ayşe Efendî ye. Ayşe Efendî ku li Kobanê weke “Dayika Kobanê” tê nasin sekna gelê Kurd anî ziman. Ayşe Efendî, 4 sal berê dema DAIŞ û kesên piştgiriyê didan DAIŞ’ê li dijî Kobanê şer dikir, di nava gel de bû. Niha jî ji Kobanê heta Girê Spî li seranserî xeta sînor di nava berxwedanê de cih digire. Efendî, anî ziman ku wê demê wan cîhan ji terora DAIŞ‘ê rizgar kir û got: “Me wê demê bi hezaran keç û xortên xwe kirin qurbana DAIŞ’ê û cîhan ji belaya DAIŞ‘ê rizgar kir. Em çawa li Kobanê bi ser ketin em ê dîsa bi ser bikevin. Em ê vê yekê dîsa nîşanî her kesî bidin. Di serî de gelê Kurd her kesê xwedî wîcdan divê îro dengê xwe bilind bikin. Divê her kes li dijî dagirkeriyê rabin ser piyan û nerazîbûnên xwe bînin ziman.
Ev xwîn bi pere û çekan nayê firotin
Ayşe Efendî di dawî de bang li her kesî kir ku li Gel û axa Rojava xwedî derkevin û got: “Gelê me 12 hezar şehîd dane. Em gelê li vir îro dîsa li ser piyan in. Divê tu kes li dijî vê dagirkeriyê bêdeng nemîne. Ger ku hûn bi tang û topên giran êrişî me bikin, em ê jî li dijî vê yekê têbikoşin. DYE ji bo berjewendiyên xwe ket nava tevgerê. Me pişta xwe nedaye tu kesan û em dîsa pişta xwe nadin tu kesan. Divê em Kurd hev tenê nehêlin. Me her dem li pişt zarokên xwe yên azadiya axê diparêzin cih girt. Xwîna gelê Kurd ne erzan e. Ev xwîn bi pere û çekan nayê firotin. Tenê wateyek wê heye ew jî azadî ye.
MA/GÎRÊ SPÎ