Endamê Meclîsa HDP’ê ya Hewlêrê Nasir Yagiz li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 74 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger de ye.
Nasirê ku ji ber bêtaqetî û ser êşiyê nikare xwe li ser piyê xwe bigire bibiryare û dibêje, heta ku tecrîd bidawî nebe, ewê çalakiya xwe berdewam bike.
Li ser navê koma 37. Endamê Yekîtiya Xwendekarên Azad Îsmaîl Uçar axivî û got. “Wekî Yekîtiya Xwendekarên Azad li Başûrê Kurdistanê me çalakî dewir girtiye. Armanca me rakirina tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan e.”
HEWLÊR