Yekîtiya Jinan a Sara ya Swêdê, li bajarê Orebro yê Swêdê, 4’emîn Kongreya xwe ya asayî pêk anî. Jinên ji çar parçeyên Kurdistanê yên li 7 bajarên Swêdê, di kongreyê de civiyan. Di kongrê de Leyla Guven û berxwedêrên greva birçîbûnê hatin silavkirin.

Piştî rêzgirtinê ji bo bibîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, Hevseroka PYD’ê Ayşe Hiso rewşa dawî ya siyasî ya li Kurdistan û Tirkiyeyê nirxand.

Hiso diyar kir, ku polîtîkaya dewleta Tirk li ser dijminatiya li Kurdan hatiye avakirin û got, li Bakurê Kurdistanê li dijî HDP’ê û gelê Kurd operasyonên qirrkirina siyasî dike, li Rojava jî ji bo tinekirina sîstema demokratîk û wekhev bi her rengî provokasyon û manîpulasyonê dike.

Em Efrînê ji wan re nehêlin

Hiso anî ziman ku dewleta Tirk ji bo destketiyên Kurdan ên li Rojava ji holê rake, bi çeteyên ji ber DAIŞ‘ê mane, Efrîn dagir kiriye û got, “Efrîn a me ye, berdêla xwe çi dibe bila bibe, em ê Efrînê ji dagirkeran rizgar bikin. Heta ku sekna berxwedêr a dayikên şehîdan, ruhê têkoşînê yê Avesta Xabûran hebe, em ê Efrînê û Rojava ji Erdogan re nehêlin.”

Gel xwedî li îradeya xwe derket

Hiso di dewama axaftina xwe de hilbijartinên cihî yên li Kurdistan û Tirkiyeyê, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê nirxand û got, “Gelê Bakurê Kurdistanê li dijî her şêwe zext, zordarî, rewşa awarte û qeyûmên faşîzma AKP-MHP’ê jî xwedî li îradeya xwe derket û bersiva herî baş li ser sindoqê da Erdogan. Li çar parçeyên Kurdistanê gelê Kurd tevî dostên xwe tecrîda mutleq qebûl nake û li her warî di nava çalakiyan deye.”

Li Efrînê nasnameyên dewleta Tirk

Hevseroka PYD’ê Ayşe Hiso di dawî de bal kişand ser polîtikayên Erdogan yên li dijî destketiyên Kurdan û got; “Me çawa DAIŞ qedand, bi ruhê berxwedana Leyla Guven em dikarin planên qirêj ên dewleta Tirk ji holê rakin. Projeya Erdogan a li ser Efrînê projeya Tirkkirinê ye. Li dibistanan bi zimanê Tirkî perwerdeyê didin zarokan û dixwazin wan asîmîle bikin. Ji bo kesên li Efrînê nasnameyên dewleta Tirk hatine dayin.”

Rêxistina xwe qewîn kirine

Ji Yekîtiya Jinên Rojava, Moushira Mala Reshid jî peyivî û got, “Şoreşa Rojava, şoreşeke jinê ye, jinan li warên aborî, civakî, siyasî û eskerî xwe bi rêxistin kirine û xwe qewîn kirine.”

Berxwedan li meydanan wê bidome

Ji Yekîtiya Jinan a Sara, Ayşe Goktepe jî berxwedana li dijî tecrîdê nirxand û got, jinên Kurd heta ku dawî li tecrîdê bînin û Ocalan azad bibe, wê berxwedana xwe li meydanan bidomînin.

Di dawiya kongreyê de rêveberiya nû ya Yekîtiya Jinan a Sara hate hilbijartin.

 

ANF/OREBRO