HPG’ê nasnameya 3 şehîdan ku sala 2017’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn, eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 3 şehîdên di dîrokên cuda de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûyî, bi daxuyaniyekê eşkere kir. HPG’ê got, “Li dijî ferzkirinên dijmirovane yên mêtingerî û dagirkeriyê, gelê me bi sedan ciwanên leheng ên li ber dilê xwe mezin kirî tevlî refên gerîlayê azadiyê kirine û ewqas jî xwedî li şehîdên xwe derketiye û hemêz kirine.
Em hevrêyên xwe Devrîm (Devrîm Kara), Avaşîn (Melek Demiroglu) û Tolhildan (Medya Unver) ên di eniyên pêş ên vê têkoşînê de, di demên cuda de tevlî karwanê şehîdan bûyî, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.
Hevrêyên me Devrîm, Avaşîn û Tolhildan di têkiliyên hevaltiyê de jidil, li hemberî zor û zehmetiyên têkoşînê afîrînerî û têgihiştî, nêzikatiya nirxên partiyê de dilzîz û evîndarên dilsoz ên Rêber Apo bûne. Şehadeta van hevalan, erk û binbariyên giran li ser milê me hevrêyên wan ên li pey wan mayî, bar dike.
Di serî de malbatên şehîdên me yên hêja, em ji gelê Botanê û tevahiya gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku em ê emanetê şehîdên xwe, azadiya Rêber Apo û Kurdistanê bi serketinê tacîdar bikin.”
HPG´ê nasnameyên van gerîlayan wiha eşkere kirin: Avaşîn Umut (Melek Demiroglu) ya li Colemêrgê ji dayikbûyî 9´ê Îlona 2017´an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû; Devrîm Mazlûm (Devrîm Kara) yê li Şirnexê ji dayik bûyî 20 Sibata 2017´an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûye; Tolhildan Agirî (Medya Unver) a li Mexmûrê ji dayik bûyê, 18 Tîrmeha 2017´an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.