Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bi daxuyaniyekê komkujiya Şengalê bi bîr anî û diyar kir ku wê tekoşîna xwe bi rihê Derwêş û Edûlan bimeşînin.
Di daxuyaniya YBŞ’ê de tê gotin ku pêvajoya 3 Tebaxa 2014’an ku wek Fermana hêftê û çaran tê binavkirin, salek bi gelek êş û berxwedaneke bêhempa li pey xwe hiştin. Daxuyaniya YBŞ’ê wiha dewam kir: “Wekî gelê me û raya giştî ya cîhanê tevahî dizane gelê me di 03.08.2014’an de rastî êrîşeke hovane ya çeteyên DAIŞ’ê hat. Di encama vê êrîşa hovane de piştî ku hêzên berê qaşo parastina herêmê dikirin bi carekê ve şer nekirin û xwe paşve kişandin, gelê me bi jenosêdekê re rû bi rû hiştin. Di encama vê vekişîna ji Şengalê ya hêzên pêşmerge de, gelê me bê parastin ma û çeteyên hov yên DAIŞ´ê êrîş anîn ser hemû herêmên Şengalê. Piştî van êrişên hovane gelê me neçar ma berê xwe da çiyayê Şengalê. Di van êrişên hovane de bi hezaran zarok, keç, xort, pîr û kalên me ketin destê çeteyan û hatin qetilkirin.”
´YBŞ bû bersiva fermana 74´a´
Fermandariya YBŞ’ê da zanîn ku piştî çiyayê Şengalê jî ji hêla çeteyên DAIŞ’ê ve hat dorpêç kirin, bi îlankirina hêzên YBŞ/YPJ-Ş bûne bersiva fermana 74’an û weha peyivî: “Me dest bi berxwedanê kir û di serî de bi alîkariya hêzên YPG/YPJ û Hêzên HPG û YJA-Star ji bo em bikarin gelê xwe ji vê jenosîdê rizgar bikin, korîdorek di navbera çiyayê Şengalê û Rojavayê Kurdistanê de hate vekirin. Gelê me di bin ewlekariya hêzên YBŞ, YPG/YPJ û HPG/YJA- Star de piranî derbasî herêmên bi ewle yên Rojavayê Kurdistanê bû. Lê me bi qistek gelê xwe re wek Hêzên YBŞ/YPJ-Ş, HPG/YJA-Star û YPG/YPJ di çiyayê Şengalê de berxwedana xwe ya li hember çeteyên hov heta roja me ya îro bi aweyê rêxistineke zanist û berxwedaneke bêhempa dewam kir.
‘Em ê rûmeta mirovahiyê li her derê biparêzin’
Îro em di salvegera yekemîn ya destpêka vê komkujiyê û bi vê ve girêdayî di salvegera yekemîn ya îlan kirina hêzên YBŞ/YPJ-Ş de ne. Em di serî de hemû şehîdên vê berxwedana bi rûmet û hemû şehîdên komkujiya Şengalê bi bîr tînin û ji bo bîranîna wan soza bilind kirina tekoşînê didin. Di encama vê berxwedana pîroz ya salakê de 17 hevalên me yên YBŞ/YPJ-Ş, 49 hevalên HPG/YJA Star û 90 hevalên YPG/YPJ şehîd bûn. Em van şehîdên Berxwedana Şengalê û rizgarkirina gelê Şengalê hemûyan wekî şehîdên xwe dibînîn û soza bicihanîna armancên wan didin û dibêjîn heya çeteyek hov û xayîn li ser vê xakê bimîne, em ê tekoşîna xwe her roj bi rihekî fedaiyane û bi felsefeya Apoyî xurt bikin û bi rihê Derwêş û Edûlêyan bimeşînin. Cardin em hêzên YPG/YPJ û hêzên HPG û YJA-Star wekî hêzên hevrêyên xwe dibînîn û ji bo azadkirina hemû deverên Kurdistanê wek rêhevalên xwe yên tekoşînê dibînin. Me weke gelê Êzîdî yê Şengalê êdî xwe bi awayekî zanist birêxistin kiriye û em gihiştine asta xweparastina rewa ku em bikarin gelê xwe biparêzin. Ji niha û şûn ve li kîjan herêmên Kurdistanê êrîşên li ser gelê Kurd û mirovahiyê bibin, em weke YBŞ/YPJ-Ş amade ne li her cihî rûmeta gelê xwe û mirovahiyê biparêzin.”
Banga tevlîbûnê kir
Fermandariya YBŞ’ê wekî din da xuyakirin ku yên ev êrîş rewayî wan dîtine, wê bi berxwedana wan têk biçin û wê ji vê xaka pîroz a Êzîdxanê werin derxistin. Daxuyanî bi vî rengî bi dawî bû: “Bi vê bîr û baweriya xurt di serî de em bangî hemû keç û xortên Êzîdî û herkesî dikin ku dibêje ez ji bo rûmeta mirovahiyê têdikoşim, bila bên mil bi milê me beşdarî vê berxwedana pîroz û bi wate bibin. Da ku zûtir van çeteyên hov ji ser xaka xwe ya pîroz derêxin û azadiya gelê xwe misoger bikin.
Li ser vî bingehî em dîsa vê komkujiya li ser gelê me hatî meşandin şermezar dikin û salvegara yekemîn a Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) li gelê xwe pîroz dikin. Em dibêjin em ê weke YBŞ/YPJ-Şengal bi berxwedanê bibin bersiva vê komkujiya hovane.
NAVENDA NÛÇEYAN