Sîwana Meclîsa Jinên Êzîdî (SMJÊ) têkilî greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, daxuyaniyeke nivîskî da û bang li Ewrûpa, Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewrûpa û CPT’yê kir da ku nebin hevkarên faşîzma Tirk.
SMJE’yê di daxuyaniyê de got, ew çalakiyê, ‘’pîroz dibînin û bi hemû hêza xwe lê xwedî derdikevin.’’
SMJÊ’yê bi bîr xist ku greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven, 120 roj in didome, û got, ‘’Em ê ti carî xwe teslîmî koletiyê nekin, em ê bibin avakarên jiyana azad û pêşengên tevajiya jinan’’.
‘Jinên Êzîdî bûn pêşeng’
SMJÊ’yê bal kişande ser giringiya paradîgmaya Ocalan a ji bo jinên Êzîdî jî û got, ‘’Paradîgmaya jinana azad li ser esasê civaka exlaqî û polîtîk îfade dike. Bi vê heqîqetê li Êzîdxana pîroz jina Êzîdî bû pêşeng. Bi vê heqîqetê bi hezaran jin û zarokên dîlgirtî hatin rizgarkirin.’’
‘Nebin hevkarê faşîzma Tirk’
SMJÊ’yê bang li Elmanya, Neteweyên Yekbûyî, CPT û Konseya Ewrûpayê jî kir û got, “Nebin hevkarên faşîzma dewleta Tirk. Bi erkên xwe rabin. Mîna li ser Fermana 73’yan bêdeng nemînin. Em jin parazvanê rûmetê ne. Em jiyanê diparêzin. Bi hezaran pêşengên mîna Xatûna Fexra, Bêrîvan û Binevşan, Xanêyan û niha jî Leylayan ev heqîqet piştrast kirin.
Em biryardar in ku wek şopdarên wan, em ê faşîzmê hilweşînin û tecrîdê bişkînin.”
FRANKFURT