Hevserokatiya Konseya Rêveber a Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bi wesîleya salvegera komkujiya Parîsê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: “Em her sê jinên şoreşger ên di 9’ê Çileyê de hatin qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê daxwaza wan a azadiyê di têkoşîna xwe de bidomînin û bi ser bixin.”

KCK’ê diyar kir, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, ji ber ku dildariya azadiyê ya Tevgera Azadiyê ya Kurd di asta herî bilind de temsîl kirin, hatin qetilkirin û wiha dewam kir: “Di şexsê van hevrêyên me yên şoreşger de êrîşî dildariya me ya azadiyê kirin. Ev êrîş di şexsê hevala Sakîne de hem li dijî PKK’ê, hem jî li dijî xeta azadiya jinê ya Rêber Apo kirin. Mêhtingeriya qirker, mirina xwe di xeta PKK’ê û dildariya azadiya jinê ya vê xetê de dibîne. Ji wê tirsiyan ku azweriya azadiyê ya jinê, têkoşînê bigihîne wê aste ku mêhtingeriya qirker hilweşîne. Ev êrîş nîşan dide, bê dewleta Tirk a mêhtinger û qirker herî zêde ji çi ditirse.”

Hevserokatiyê Konseya Rêveber a KCK’ê bal kişand ser xwedîderketina li Sakîne, Fîdan û Leyla li Ewrûpa û li welêt û got: “Vê yekê raxistiye pêş çavan ku PKK û xeta azadiya jinê ti carî nayê têkbirin, nikare bê kuştin û tinekirin.

Êrîş wê berxwedana me xurt bikin

Hevserokatiyê destnîşan kir, van şehadetan nemiriya PKK’ê û xeta azadiya jinê îspat kiriye û wiha dewam kir; “Piştî şehadeta hevrê Sakîne, Fîdan û Leyla, biryardariya azadiyê ya têkoşîna me ya azadiyê zêdetir bûye. Vîn û îdîaya jin, ciwan û tevahiya gelê me zêde bûye ku têkoşînê mezintir bikin û daxwaza azadiyê ya van hevrêyan bi cih bînin. Mêhtingeriya qirker çiqasî êrîş dike bila bike, ev yek wê tenê vîna me ya azadiyê, berxwedan û têkoşîna me xurt bike. Di nava çar salên bêyî Sara, Rojbîn û Ronahî derbas bûn de, hêrsa me mezin bûye û biryardariya me ya ji bo pêkanîna hesreta wan zêde bûye.”

 Serketin wê ya tevgera azadiyê be

KCK’ê bi bîr xist ku kujerê her sê şoreşgeran bi rengekî nediyar miriye û bi vî rengî derfeta eşkerebûna hêzên li pişt vê komkujiyê û hesabdayîna wan li pêş raya giştî ya cîhanê ji holê hatiye rakirin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku ji bo wan rewşeke nediyar nîne bê kê biryara komkujiyê daye û komkujî daye kirin û got: “Desthilatdariya AKP’ê û dewleta Tirk a mêhtinger û qirker berpirsyarê vê komkujiyê ne. Em ê bi pêşvebirina têkoşîna azadiyê, bi azadiya Kurdistanê û demokratîkkirina Tirkiye û Rojhilata Navîn hesabê vê komkujiyê bipirsin.

Heta ku dildariya azadiyê û sekna têkoşer a Sara ruhê vê tevgerê be, ti êrîş bi ser nakeve. Serketin wê ji sedî sed ya tevgera me ya azadiyê be.” 



 NAVENDA NÛÇEYAN