
SAHÎN BOZLAR / STRASBOURG
Mereşiyên li Ewrûpayê, di salvegera 39´an a komkujiya Mereşê de ji bo protestokirina komkujiyê û bibîranîna mexdûrên komkujiyê, li bajarê Fransayê Strasbourgê bi şîara “Ji Mereşê heta bi Roboskiyê, me komkujî ji bîr nekirin, em ê nedin jibîrkirin” meş û mîtîngek bi rê ve birin.
Hewldana Mereşê ev çalakî organîze kir. Meşê ji meydana li hemberî avahiya şaredariya Strasbourgê Place de la Bourseê dest pê kir, û bi gotina sloganên “Tirkiyeya faşîst”, “Em ê hesabê komkujiyê bipirsin” heta bi ber avahiya Konseya Ewrûpayê (KE) dewam kir. Çalakî li vir bi mîtîngekê bi dawî bû.
Mîtîngê bi gulbanka Pîr Huseyin Bildik dest pê kir. Paşê hevserokê Hewldana Mereşê Safiye Îşcan û Mehmet Ustek gotin, dekûdolabên mezion digerînin li dijî Kurdên Elewî. Safiye Îşcan got, “Mereş hîna birînek e. Ji Dêrsim, Sêwas, Roboskî, Cizîrê, divê em vê pirr baş bibînin. Êş li her deverê wek hev e. Canên me yn Mereşî bila kul û endîşeya xwe ya ji bo Mereşê di dilê xwe bihewînin û xwedî li Mereşê derkevin.”
Mehmet Ustek jî got, “Xwestin Mereşê bi temamî ji Kurdan û Elewiyan xalî bikin. Kê li Mereşê mirovên me qetil kiribin, wan li Roboskî jî qetil kir. Doh nav Okkeş bû, piştre bû DAIŞ, bû başçawîş; lê timî heman kes bûn.”
Kanûn kirin meha komkujiyan
Paşê parlamenterê HDP´ê yê Entabê, Mahmut Togrul peyivî û got, “Dîroka dewleta Tirk dîrokeke tinekirinê ye. Lê belê yên ku li dijî vê li ber xwe didin. Ez malavahiya we dikim ku we hesabê vê ji mehşerê re nehişt, û îro hatin vir ji bo hesabpirsînê.”
Togrul got, dewleta Tirk meha Kanûnê veguherandiye meha komkujiyan got, “Beriya bi çend salekî, 28´ê Kanûnê li Roboskî 34 canên me bi balefiran bombe kirin û parçe parçe kirin.”
‘Em ê li ber xwe bidin’
Mahmut Togrul bi bîr xist ku delwet dixwaze wan erdên kêm ên Elewî li wan mane jî ji hev beav bike û wiha peyivî: “Lê bila vê ji bîr nekin; dema Seyîd Riza berê xwe da sêdarê gotibû, ‘Min nekarî bi dekûdolabên wan re serî derxim, ev ji min re bû derd, lê me jî li ber wan çong neda erdê, bila ev jî ji wan re bibe derd.’ Û îro, ev bi rastî jî ji wan re bûye derd. Binihêrin neviyên Seyîd Riza, Mehmet Tunç in, li Cizîrê dema dihatin şewitandin, dema li jêrzemînan ciwanên me bi saxî hatin şewitandin çi digot, ‘Em li ber xwe bidin, bila gelê me bi me serbilind be’. Em bi wan serbilind in.”
Togrul îşaret bi girîngiya yekîtiyê kir ji bo ku karibin li ber desthilatdarên dewleta Tirk xurt bin; wî xwest ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî bê bidawîkirin û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Birêz Ocalan kilîta aştiya Rojhilata Navîn e. Divê herkes vê yekê bi vî rengî bizane.”
YE divê komkujiyan ronî bike
Endamê rûmetê yê Parlamena Ewrûpayê (PE) û çalakgerê Înîsîyatîfa ji Ocalan re Azadî, Françis Wurtz jî got, ew di têkoşîna mafdar a Mereşioyan de li cem wan cihê xwe digire û wiha peyivî: “Bi çalakiya xwe ya îro hûn dibêjin, ji Mereşê heta bi Roboskiyê em ê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin. Jûn mafdar in. Divê ji bo rastî derkevin meydanê mirov wisa bike. Heger dewletek dixwaze xwe bike xwedî bîreke bi sihet, nabe ku yek rûpelê dîroka xwe jî mandel bike.”
Wurtz got, Yekîtiya Ewrûpayê (YE) li hemberî komkujiyan bêdeng dimîne û bang li saziyên YE´yê kir ku komkujiyên Mereş û Roboskiyê ronî bikin.
‘Ji canê me can diçe’
Ji şahidên Komkujiya Mereşê Ayşe Traş a ku di komkujiyê de birayekî xwe ji dest da jî got, “Birîna min hîna ser vekirî ye, hîna nedebiriye. Sala bê wê bibin 40 sal. Lê nebêjin, ji bîr kir. Ji canê me can diçe. Lê ez hîna li ser piyan im. Roboskî, Şengal em hemû xwîşk û bira ne.“ Traş bang li civaka Elewiyan kir ku bêhtir li vê dozê xwedî derkevin.
‘Komkujî ji hev ne qut in’
Endama partiya Kesk û Ekolojiyê ya Fransayê Leyla Binici jî got, “Mereş ne komkujiya pêşî ye û ne jî ya dawî ye” û îşaret bi girîngiya hesabpirsîna ji komkujiyan kir.
Li ser navê Komeleya Alsace a Dostaniya bi Kurdan re Bernard Reveillan jî di çalakiyê de peyivî û got, “Em pişta daxwazên we digirin. Em daxwaza we ya li Neteweyên Yekbûyî avakirina komîsyoneke lêkolînê ji bo bicihanîna edaletê mafdar û heq dibînin, û destekê didinê.”