‘Em ê hestiyên we bi postayê bişînin’ siyasetek e
LUQMAN GULDIVÊ
Polêsên dewleta Tirk a dagirker 24’ê Nîsanê bi ser mala Abdullah Solmaz a li Derikê de girt û ew kir nezaretê. Polêsan li wî û dayika wî jî daye û di dema îfadeyê de jî ji bo birayê wî yê sala 2006’an de şehîdbûyî gotiye “Em ê hestiyên birayê te bi postayê bişînin”. Ev ne gefxwarineke besît e; belkî xweîfadekirina siyaseta dewleta Tirk a beramberî Kurdan di asta polêsên êşkenceker de be.
Jixwe, beriya Solmaz bikin nezaretê, di dema serdegirtina malê de jî vê siyasetê xwe bi êşkence û şideta li wî û dayika wî daye der. Li vir polês hincetekê ji xwe re çêdikin ji bo lêxistin û êşkenceyê, yanî qeydkirina dîmenên hovîtiya wan hinceta wan e. Ev hincetçêkirina bi vî rengî jî îfadeya heman siyasetê ye; tu rabî li dayikeke 70 salî bixî ji xwe pirsgirêkeke cidî ya exlaqî û insanî ye, lê tu rabî ji vê re hincetan jî çêkî, ev tiştekî xirabtir e. Mesele ji dijminatiyê û wêde ye. Ev siyaseta hanê, dijminekî datîne hemberî Kurdan, ku Kurdan ji kirasê mirov derdixe û miameleya li mirovan ew bi xwe jî rewa nabîne, li Kurdan rewa dibîne. Rapora sax e û lêdan nexwariye jî didinê, ji bo vê jî lê dixin.
Lê ji bo ku ne Abdullah Solmaz ne jî Kurd şaş fêm nekin, hêviyeke insanetiyê ji dewleta Tirk a dagirker nekin, nav li vê siyaseta xwe ya ji dojminatiyê û wê de kirine: “Beriya çendekê te bihîst, hestiyên lawê wê jinikê bi postayê jê re şandin. Te dît me çawa hestiyên wan şandin. Heman tiştî dibe ku her kêlî em bînin serê we jî.”
Ev ne gefxwarinek e. Ev navê siyaseta dewleta Tirk e. Birayê Solmaz sala 2006’an şehîd bûye, lê cenazeyê birayê xwe wernegirtiye. Polêsê dewleta Tirk ê dagirker, bi eşkerekirin û navlêkirina vê siyaseta xwe dibêjin, ew ê miameleye bi insanan re bi Kurdan re nekin. Yanî Kurdan ji dijminan jî kêmtir dihesibînin ku karibin hovîtiya mirov beramberî dijminan jî neke, bikin.
Kurdan bi Tevgera Rizgariya Neteweyî xasma bi têkoşina PKK’ê êdî ji xwe re kiriye adet li ber xwe bidin. Ew ê vê carê jî li ber xwe bidin û bi vî dijminê xwe ji xwedê jî dike, bi ser kevin. Helbet ji bo vê biryardariya berxwedanê û avakirina platformên yekdengkirin û yekhelwestkirina aliyê Kurd beramberî dijminan heye.
Abdullah Solmaz bi xwe wê ya xwe bike: ew çawa hatiye berdan çûye nexweşxaneya Dêrikê û şideta li wî û dayika wî hatiye kirin, daye belgekirin. Ew ê giliyê polîsan bike. Ha ev dijminê hanê ne yekî ewqasî jixwe razî ye jî; di dema serdegirtina mala Solmazan de, diziya hin tişt û xasma jî xişirên bi qîmet kiriye. Jixwe em bi vî xuyê wan ji mêj ve dizanin.