Piştî êrîşa hovane ya çeteyên PDK'ê, ku di encamê de keça ciwan a Êzîdî  hat kuştin û 10 jî birîndar bûn, Êzîdiyên xwepêşandana protestoyî li dar xist, li navenda Xanesorê daxuyaniyek da. Êzidiyan got, "Em ê heta dawiyê Şengalê biparêzin."

Di daxuyaniyê de êrîş hat şermezarkirin û bê navber dirûşmên, "Bimire xiyanet", "Bijî berxwedana Şengalê", "Bijî Serok Apo" hatin gotin.

Di çalakiyê de li ser navê oldarên Êzîdiyan Şêx Xelef axivî û ev tişt anîn ziman: "Em şer naxwazin, em ji bo aştiyê meşiyan. Lê wan êrîşî me kir, birîndarên me çêbûn. Divê li dijî hev şer nekin, bibin yek û êrîşî dijminê xwe bikin. Di dema fermanê de PKK hat û xwe li ber Êzîdiyan kir mertal. Ji bo Êzîdiyatiyê şehîd dan. Yên ku dibêjin 'em Êzîdî ne', divê li dijî vê êrîşê derkevin."

'Çeteyên Erdogan û Barzanî êrîş kirin'

Piştre dayika bi navê Kinê axivî û got: "Gelê Rojava ji bo alîkariyê hat Xanesorê. Em ji bo ku vî şerî bidin sekinandin meşiyan. Lê yên ku axa me dagir kirine, çeteyên Erdogan û Barzanî êrîşî me kirin. Tevî ku em sivîl bûn û di destê me de çek nebûn jî, wan êrîş kir. Me şehîd û birîndar dan. Em ê tola wan şehîdan hilînin." 

Li ser navê gelê ji Rojava jî, rêveberê Meclîsa Hesekê Ezîz Elî axivî û got: "Em ji bo piştgiriyê bidin gelê Şengalê ji Rojava hatin. Em ê wekî gelê Rojava heta dawiyê li pişt gelê Şengalê bin. Pêwîst bike, em ê ji bo parastina herêmê jî werin. Yên ku Şengalê difiroşin, wê tevahiya Kurdistanê bifiroşin. Di demekê de ku kongreya neteweyî di rojevê de ye, ev êrîş bi zanebûn bi destê Erdogan tê çêkirin."

MŞD: Em ê hesab ji dagirkeriya PDK-AKP'ê bipirsin

Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD), êrîşa doh ya çeteyên PDK'ê ya li Xanesorê li dijî Êzîdiyên sivîl kir, bi tundî şermezar kir. MŞD'ê got, "Roj roja xîret û seferberiyê ye" û bang li tevahiya gelê Kurd kir.

MŞD'ê diyar kir, ku divê AKP û PDK baş zanibin, Êzçdî ne tenê li Şengalê, li tevahiya cîhanê wê bi ruhê berxwedana Şengalê li ber xwe bidin û hesab ji dagirkeriya wan bipirsin.

Di dawiya daxuyaniyê de MŞD'ê got, "Bimire xiyanet, bijî berxwedana Şengalê."